Gerîlayan li Amedê rê girtin, nasname kontrol kirin

Gerîllayên HPG/YJA Starê li nêzî gundê Baytê yê li ser rêya Amed-Farqînê, rê girtin û nasname kontrol kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên bi obus, hawan û tankan dewam dikin û ev agahî da: "Roja 12'ê Sibatê saet di navbera 16:30-18:00 de qereqolên li ser sînorê navçeya Colemêrg Şemzînanê; Girê Gostê û quntarên wê yên li herêma Xakurê, roja 13'ê Sibatê saet di navbera 16:00-17:30 de qereqola Zeytê ya li herêma Avaşînê; Dola Zeytê, heman rojê saet di navbera 13:00-14:30 de qereqola Tepê Sînek a li herêma Heftanînê; derdora xwe, saet di navbera 21:30-22:00 de qereqola Êrîş a li ser sînorê Zapê; girê Xeregol û quntarên wê bi obus, hawan Û tankan bombe kirin."

TEVGERA KEŞFÊ

Di dewama daxuyaniyê de HPG'ê ragihand, ku roja 14'ê Sibatê (îro) saet di navbera 00:00-04:30 de herêma Xakurê, rojên 13-14'ê Sibatê sae di navbera 17:00-05:00 de li herêma Zapê, saet di navbera 18:30-03:30 de li herêma Garê balafirên keşfê yên bêmirov geriyane.

GERÎLAYAN LI AMEDÊ NASNAME KONTROL KIRIN

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"Roja 13'ê Sibatê saet di navbera 17:00-18:00 de li nêzî gundê Baytê yê li ser rêya Amed-Farqînê hêzên me kontrola rê xistine destê xwe, nasname kontrol kirine û li ser pêvajoyê agahî dane gel. Hêzên me her wiha 2 wesayîtên dewletê jî şewitandine."