Polîsan êrîşî protestoya 15’ê Sibatê kirin, gel li ber xwe dide

Li navçeya Geverê bi hezaran kesên ku ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin. Gel bi xweparastinê ve bersiv da êrîşa polîsan, berxwedan li her derê belav bû.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina kompola 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xaçerêya Girtîgeha Kevn hatin cem hev û ber bi Otela Osloyê ve meşiyan. Polîs û tîmên taybet êrîşî gel kirin. Gel jî bi xweparastinê ve bersiv da êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk. Berxwedana ku li navenda navçeyê destpê kir li kolanan belav bû.