Çete û dewleta Tirk bi hev re êrîşî gundên Efrînê dikin

Çeteyên Ehrar El-Şam û El-Nusra û hêzên dewleta Tirk êrîşî gundên Meryemîn û Enab ên Kantona Efrînê dikin.

Çeteyên Ehrar El-Şam û El-Nusra û hêzên dewleta Tirk êrîşî gundên Meryemîn û Enab ên Kantona Efrînê dikin.

Li gorî agahiyên ku ji welatiyên her du gundan hatin girtin, hêzên dewleta Tirk ji aliyê sînorê xwe ve, bi çekên giran êrîşî gundên Meryemîn û Enab ên Efrînê dikin. Her wiha çete jî  her du gundan topbaran dikin. Welatiyan diyar kirin ku heta niha 30 top li her du gundan ketine.

Di encama êrîşan de li gorî ku hatiye zelalkirin, zirarên madî gihiştin mal û milkên welatiyên her du gundan.  Lê nehat zanîn ka tiştek bi ti kesî hatiye yan na.

Topbarana li ser her du gundan didome.