PDK'ê ketin û derketina Hewlêrê li Mexmûriyan qedexe kir
Şêniyên li Wargeha Mexmûrê dijîn, ji bo nikaribin tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî 15'ê Tebaxê bibin, ketina û derketina Hewlêrê ji bo du rojan li wan hat qedexekirin.
Şêniyên li Wargeha Mexmûrê dijîn, ji bo nikaribin tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî 15'ê Tebaxê bibin, ketina û derketina Hewlêrê ji bo du rojan li wan hat qedexekirin.
Mirovên ji bo kar û dibistanê danê vê sibehê ji Wargeha Mexmûrê derketin, li benda asayîşê ya li pêşiya Hewlêrê hatin sekinandin.
Hat ragihandin, ku ketin û derketina Hewlêr û bajarên din ji bo du rojan li gelê Mexmûrê hatiye qedexekirin.
Hat ragihandin, ku PDK ji bo nehêle gelê Mexmûrê tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî komploya navneteweyî bibe, ev biryara qedexeyê girtiye.