Însiyatîfa Gel a Amedê: Roja 15'ê Sibatê bila her kes dakeve qadan

Însiyatîfa Gel a Amedê bang li gelê Amedê kir, ku tevlî çalakiyên protestoyî yên li hemberî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bibin.

Însiyatîfa Gel a Amedê bibîr xist, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve sala 18'an û got, "Di şexsê Rêber Apo de komplo li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Hêzên navneteweyî yên dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, bi tesfiyekirina Rêberê me re xwestin di navbera gelên Rojhilata Navîn bi taybetî di navbera gelên Kurd û Tirk de şer bidin destpêkirin. Yekane kesê dikare çar parçeyên Kurdistanê bike yek û li ser navê gelan sîstemeke azad biafirîne Rêber Apo ye, lewma di destpêkê de êrîşî wî kirin.

Bi pêşdîtina xurt a Rêberê me re, hemû armancên vê komploya namerdî hatin pûçkirin, pêşî li şerê mezin ê di navbera gelan de hat girtin. Rêbertiya ramanî ya Rêberê me ji têkoşîna azadiyê û gelê me re dewam kiriye. Bi tena serê xwe li Girava Îmraliyê bi berxwedaneke destanî re bûye çavkaniya îlhamê ji gelê Kurd û hemû gelên bindest re.

Gelekî Rêberê xwe ne azad be, ew bi xwe jî ne azad e. Heta ku Rêberê me azad bibe, her tişt li me heram e. Ya em ê bi Rêberê xwe re bi awayekî azad bijîn yan jî em ê nejîn. Ji bilî vê êdî ti rêya me, ti çareya me nemaye.

Di roja reş a 15'ê Sibatê de em bang li tevahiya gelê Amedê dikin, ku dakeve kolanan. Rabe serhildanan, bendan deyne, agir geş bike, rê bigire û wê rojê li hêzên dijmin ên faşîst biherimîne. Bi pêşengiya jin û ciwanan, bi ruhê serhildanê yê sed hezaran re em dakevin qadan û xwedî li Rêber Apo derkevin."