Li Nisêbînê du teqînên mezin

Li taxên berxwedanê yên Nisêbînê ku dorpêç dewam dikin, 2 teqînên dijwar pêk hatin.

Êrîşên li ser taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên Nisêbînê ku bi mehan e dorpêç dewam dike, êrîş didomin, danê êvarî û sibehê dengê teqînên dijwar hatin.

Danê sibehê li nêzî tesîsên Nezîrhan ê li ser Rêya Îpekê, teqînek mezin pêk hat, piştî teqînê hat dîtin ku ji cihê teqînê dûman bilind dibin.

Têkîldarî teqînê hê ti agahî nehatin wergirtin, piştî teqînê wesayîtên zirxî taxên berxwedanê dan ber çekên giran.