Malbatên nikarin cenazeyên xwe rakin bang li dewletê kirin: Ji xaka me derkeve!

Malbatên nikarin cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê rakin, berxwedan û çalakiya xwe ya nobedê bi hefteyan e didomînin. Malbatên cenazeyên zarokên xwe dixwazin, ji bo rakirina dorpêçiya li Sûrê bang kirin.

Malbatên nikarin cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê rakin, berxwedan û çalakiya xwe ya nobedê bi hefteyan e li Salona Resepisyonê ya Sumer Parkê didomînin. Malbatên cenazeyên zarokên xwe dixwazin, ji bo rakirina dorpêçiya li Sûrê bang kirin.

MIN JI TELEVÎZYONÊ BIHÎST KURÊ MIN HATIYE QETILKIRIN

Dayika Cîhat Morgul Kadriye Morgul, tevlîbûna kurê wê li nava berxwedana li Sûrê û bûyerên piştre qewimîn vegot: "Bi xezûrê xwe re em li taxa Fatîhpaşa rûdiniştin. Piştî ku bûyer dijwar bûn, ji ber ewlekariya jiyanê me biryar dan ji Sûrê derkevin. Roja me eşyayên xwe dan hev û bar kir, Cîhat ji holê winda bû. Bi bavê wî re em li nava kolanan gelekî lê geriyan, lê me ew nedît.

Bi qasî mehekê qet haya me jê çênebû. Heta Pêncşema bihurî. Hevserê min piştî ku televîzyonê bihîst kurê me jiyana xwe ji dest daye, hat malê. Qet nediaxivî. Min fêm kir rewşeke ne normal heye, min jê pirsî bê çi bû. Lê ji bo ez neêşim heta ku zelal bike, ji min re negot. Min jê pirsî; çi yê te heye? Got 'tiştek nîne'. Min zor da wî, min jê pirsî 'tiştek bi serê Cîhat hat' û giriyam. Sond xwar got 'na tiştek pê nehatiye'. Piştî rojekê saet di 12:00 de dema min televîzyon vekir, min nûçeya 'Cîhat Morgul hat qetilkirin' dît. Li şûna xwe rûniştim û giriyam. Dûre derketim hatim vir.

KURÊ MIN 13 SALÎ BÛ

Bi qasî 9 roj in em li vir rûdinên. Em nizanin bê cenazeyê kurê me li ku ye. Em bi tenê cenazeyê xwe dixwazin. Beriya kurê min bê qetilkirin, me ji televîzyonê dişopand ku malbat hatine vê derê ji bo wergirtina cenazeyên xwe ketine greva birçîbûnê. Ji aliyekî ve em gelekî pê diêşiyan, li aliyê din jî em gelekî ditirsiyan. Ji ber ku heman rewş ne dûrî me bû.

Tê bîra we, carekê dewletê got em ê ji bo sê rojan Sûrê vekin, hûn dikarin biçin cenazeyê xwe bînin. Ez jî tevî hevserê xwe hatim Sûrê, me got belkî em kurê xwe derxînin. Lê belê qiyamet rakirin. Sûr venekirin, derew kirin. Çawa ku malbatan hewl dan bikevin hundir polîsan dest bi gulereşandinê kirin û em ji wir derxistin. Dewletê zarokên me kuşt û terorîst îlan kir. Kurê min 13 salî bû. Zarokekî 13 salî ku qet çek ranekiriye, çawa dikare bibe terorîst? Êdî bes e, bila aştî pêk were, bila dilê mirovên din neşewite!"

'JI BO EV BÊRÛMETÎ BIQEDE, EGER PÊWÎST BIKE EM Ê DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN!'

Kekê Mahmût Orûç Ekrem Orûç nerazîbûn nîşanî polîtîkayên qetlîamê yên dewlet li Kurdistanê dimeşîne û got, "Demeke dirêj me agahî ji birayê min nedigirt. Herî dawî di sala 2012'an de em pê hesiyan ku li Colemêrgê ye. Dûre di 4'ê Sibatê de di malpera înternetê ya YPS'ê de daxuyaniyek hat weşandin û em pê hesiyan ku birayê min jiyana xwe ji dest daye. Ev 7 roj in ji bo wergirtina cenazeyê xwe em nobedê digirin.

Heta ku em cenazeyê xwe ranekin, di nava ti şert û mercî de em ê çalakiya xwe neqedînin. Em ê li ber xwe bidin. Madem cenazeyên me nadin, wan li naverastê dirizînin, îşkenceyê lê dikin an jî bedenên zarokên me tazî dikin û nîşan didin, wê çaxê ji bo em bi rûmetdarî cenazeyên xwe teslîm bigirin, em ê bikevin greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Mirina carekê çêtire ji mirina her roj.

Ne tenê ji bo rakirina cenazeyên xwe, ji bo bidawîbûna vî şerê kirêt em li vir in. Vê bangê li dewletê dikim; Êdî bes e, dest ji me berde, em vê sîstema hûn li ser me ferz dikin qebûl nakin. Ji xaka me derkevin û biçin. Hûn îşkenceyê li miriyên me jî dikin. Eger berdêla jiyaneke bi rûmet ev be, em ê ji dayîna vî berdêlî netirsin. Eger em ê nikaribin bi rûmetî bijîn, nikaribin xwedî li mirî û xaka xwe derkevin, wê çaxê ti wateya jiyana me nîne."

'EM LI BENDA HESTIYÊN ZAROKÊN XWE NE'

Dayika Rozerîn Çûkûr Fahriye Çûkûr jî got, "Êşên me mezin dibin. Êş yek bû, niha bû çar, pênc, şeş, heft, heyşt û qat bi qat zêde dibe. Kengî wêneyek tê vê derê, canekî din ji me kêm dibe. Ne tenê Rozerîn. Dikim ax û digirîm. Gelo bedenekî din ê ciwan ket nava axê? Ev êşên me naqedin. Dema wêneyê nû nayê vir em bi hêvî dibin ji bo bidawîbûna şer. Lê bi hatna wêneyên nû re ev hêviya me winda dibe.

Di destpêkê de Rozerîna min û Ramazan bi tenê li vir bûn. Min got temam bila bi tenê canê min bişewite, canê dayikên din neşewite. Ev êş gelekî zor e, her kes nikare rake. Lê ev agir her roj bi dilê dayikên din dikeve. Êş û hêrs zêde dibin. Bese bila êdî aştî were. Lê rewş roj bi roj nebaş dibe. Em cenazeyên xwe dixwazin."

...