Komploya 15'ê Sibatê li Mîdyatê hat şermezarkirin

Komploya 15'ê Sibatê li Mîdyatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mîdyatê û KJA, ji bo komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar bikin li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê girseya gel endama KJA'yê Gulbeya Akçay daxuyanî da û bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal in li Îmraliyê berxwedaneke destanî nîşan dide.

Akçay da zanîn, lîstikên kirêt û komplo her carê hatine pûçkirin û got, "Ocalan li hemberî faşîzma dixwaze gelan li hemberî hev rake, çareseriya xweseriyê pêşkêşî hemû gelên li Rojhilata Navîn kir. Di roja îro de bi berxwedana hatiye nîşandan re maseya li rûyê hêzên emperyalîst ên navneteweyî û hevkarê wan dewleta AKP'ê ketiye xwarê."

Akçay komkujiyên li Cizîrê ji aliyê dewletê ve hatine kirin lenet kir û got, "Ev barbarên ji mirovahiyê bêpar mane, bilav ê baş zanibin; yên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ji bo me kesayetên herî bi rûmet in. Em, komploya 15'ê Sibatê û komkujiya Cizîrê lenet dikin."

Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan bi dawî bû.