Ji Sariyildiz ji NY, KE û DCN’ê re nameya ‘Cizîrê’

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkîldarî qetlîama Cizîrê ji Sekreterya Giştî ya NY, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şand.

Sariyildiz got tevî hatiye îlankirin ku ‘li Cizîrê operasyon bi dawî bûne’ jî qedexeyên kolanan dewam dike, ji ber vê jî bi fikar in ku delîlan tine dikin, ji bo ev pêk neyê jî daxwaz kir ku heyetek navneteweyî li Cizîrê demildest dest bi lêkolînan bike.

Nameya Faysal Sariyildiz a ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) û Komîtiya Wezîran a Konseya Ewropa (KE) re şandiye wiha ye:

"Di bin navê ‘têkoşînê bi terorê re’ li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi talîmata Hikûmetê û biryara Walîtiya Şirnexê 14.12.2015’an qedexeya kolanan hat îlankirin. Ji ber qedexeya kolanan a li derveyî Makezegona Komara Tirkiyeyê, mewzûatên neteweyî û hevpeymanên navneteweyî yên Tirkiye îmze avêtiyê ye,di serî de mafê jiyan, tenduristî, perwerde, veguhestin û seyahatê gelek mafên welatiyên sivîl tên gaspkirin. Hêzên dewletê li Cizîrê sûcê mirovahiyê dikin. Di domahiya qedexeyên kolanan de hiqûqa mafên mirovan hat îxlalkirin. Heta hema hema tevahî mekanîzmayên hiqûqa mirovî tine hat hesibandin.

Di dorpêça di bin navê qedexeya kolanan de li navenda navçeyê hêzên dewletê di serî de tank gelek çekên giran bikar anîn. Li gor hin îdîayan çekên kîmyewî û sotîner di êrîşan de hatin bikar anîn. Piraniyên jiyana xwe ji dest dane bi şewitandinê mirine û yekîtiya laşên wan xera bûne, ev agahî di agahiyên otopsiyan de hene.

Di qedexeya kolanan a li Cizîrê 64 rojan dom kir de 80 kesên nasnameyên wan hat tespîtkirin, her wiha 129 kesên nasnameyên wan nehatine tespîtkirin jiyana xwe ji dest dane. Dîsa bi sedan kes girêdayî bikaranîna çekan birîndar bûn. Welatiyên bi gule û şarapnelan birîndar bûn bi rojan ranekirin nexweşxaneyan. Welatiyên ji ber êrîşan birîndar bûn û xwe ji neçarî avêtin mal û jêrzemînan jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ destûra rakirina nexweşxaneyê nehat dayîn. Di êrîşên leşker û polîsan ên li ser mal û jêrzemînên ku birîndar tê de ne de bi dehan sivîl hatin înfazkirin û şewitandin, ev jî ji aliyê raya giştî tê zanîn.

Li Cizîrê bi hezaran xanî û kargeh ji ber êrîşên hêzên dewletê xera bûn û binesaziya navçeyê lê welê hat ku nema karibe bê bikaranîn. Ji ber êrîşên bi rêk û pêk ên dewletê, ku yekser cih û warên mirovan hedef digire, bi qasî 100 hezar mirovan ji neçarî malên xwe terikandin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê di 11'ê Sibatê de da xuyakirin, ku operasyonên li Cizîrê bi dawî bûne, lê belê wê qedexeya derketina derve dewam bike. Qedexeya derketina derve, ji bo windakirin û nixumandina delîlan tê dewamkirin. Ji ber qedexeyê destûr nayê dayîn parlamenter, rêxistinên mafên mirovan û saziyên civakî yên sivîl bikevin nava navçeyê.

Gelek endîşeyên me hene, ku di dema qedexeya derketina derve de, wê çekên şewatê û kîmyewî yên tên îdîakirin ji aliyê dewletê ve hatine bikaranîn û hemû delîlên din ên sûcê dewletê îspat dikin, ji holê werin rakirin. Lewma berî ku delîl ji holê werin rakirin û ser bê nixumandin em dixwazin heyetek ser bi Neteweyên Yekbûyî derhal li Cizîrê lêkolînan bike."