Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê Kantona Efrînê Firat Xelîl îdîayên dewleta Tirk ku dibêjin ‘Yekîneyên YPG û yekîneyên Ceyş El-Siwar êrîşî Tirkiyeyê kirine’ derewandin û got ku dewleta Tirk ji ber pêşveçûna Ceyş El-Siwar a li bakûrê Helebê aciz bûye.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel ê Kantona Efrînê Firat Xelîl derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Balafirgeha Minix û gundê wê, her wiha hin nuqteyên di bin serweriya Ceyş El-Siwar de ji ANHA’yê re axivî.
‘TIRKIYE JI PÊŞVEÇÛNA EL-SIWAR ACIZ E’
Xelîl destnîşan kir ku şervanên Ceyş El-Siwar li hemberî çeteyan li herêma di navbera Ezaz û Efrînê de pêşveçûnek pêk anîne û di encamê de Balafirgeha Leşkerî ya Minix û gundê wê xistin bin kontrola xwe. Xelîl got: “Dewleta Tirk ji vê yekê ne razî ye. Ji ber vê yekê bargeh û nuqteyên Ceyş El-Siwar ên li gundê Minix û li balafirgehê, her wiha gundê El-Malikiyê topbaran dike.”
‘ME GULEYEK JÎ NAVÊTIYE WAN’
Berdevkê YPG’ê yê kantona Efrînê Firat Xelîl îdîayên dewleta Tirk ên ku dibêjin ‘YPG û Ceyş El-Siwar êrîşî nuqteyên Tirkiyeyê yên li ser sînor kirine’ derewand û got: “Tiştekî wiha tune ye. Ev 4 sal in hêzên me guleyek jî bi aliyê dewleta Tirk ve navêtine. Ne Efrîn û ne jî li herêmên din ên Rojava tiştekî wiha pêk nehatiye.”
‘DIXWAZE PÊŞVEÇÛNA LI DIJÎ ÇETEYAN SÎNORDAR BIKE’
Derbarê armancên dewleta Tirk ji van êrîşên li ser herêmê û îdîayên ku derdixîne de Firat Xelîl got: “Dewleta Tirk ji pêşveçûna Ceyş El-Siwar a li dijî çeteyan aciz e. Ji bo ku pêşveçûna hêzên El-Siwar bi sînor bike ew nuqteyên şervanan topbaran dike. Di encamê de hin şervan birîndar bûne.”