15'ê Sibatê li Mêrdîn û Şirnexê hat şermezarkirin

Komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya navendî ya Mêrdînê hat şermezarkirin. Li Silopiyayê jî banga sekinandina jiyanê hat kirin.

Li navçeya navendî ya Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî û komkujiya li Cizîrê hat kirin, daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Nezîr Akaalp li ber avahiya DBP'ê ya navçeya navendî daxuyanî da û anî ziman, ku bi komploya navneteweyî re hatiye xwestin gelê Kurd teslîm bê kirin.

Akaalp da xuyakirin, ku êrîşên faşîzma AKP'ê yên îro li hemberî gelê Kurd, welatparêz, şoreşger û demokratan tên kirin û komploya berî 17 salan li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin xwedî heman armancê ye û got, "Çawa ku gelê Kurd li hemberî komployê li ber xwe dan, îro jî wê xurtkirina berxwedana demokratîk a li dijî faşîzma AKP'ê, bi ser bikeve." Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.

Li Silopiyayê jî, rêxistina HDP'ê ya navçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û bang kir, ku di salvegera komploya navneteweyî de jiyan li navçeyê were sekinandin. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Mahmût Yildizgorer bal kişand ser hovîtiya AKP li gelemperiya Kurdstanê dike û destnîşan kir, ku ew ê van polîtîkayên AKP'ê pûç bikin. Yildizgorer banga lidarxistina çalakiyan kir.