YPG: 8 çete hatin kuştin

Di çalakiyên li bakur û rojhilatê Helebê yên li hemberî çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam de 7 çete hatin kuştin. Li kantona Kobanê jî çeteyek hat kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, roja 13'ê Sibatê li hemberî çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li rojhilat û bakurê Helebê operasyonek hatiye lidarxistin û got, "Hêzên me yên tespîtkirin, komên çete di 12-13'ê Sibatê de amadekariyê dikin ji bo êrîşî taxa Şêx Meqsûd bikin, operasyoneke hevdemî li hemberî wan dan destpêkirin. Di operasyona li Bostan Başa, Hiluk, Rêya Cendol û Seken Şikeyfê de derb li maşîneke leşkerî hat xistin. Di teavhiya operasyonê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 çete hatin kuştin."

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 14'ê Sibatê saet di navbera 06:00-08:00 de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên li Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî herêmên Girê Sor û gundê Ebrê yên li başûrrojavayê Kobanê kirin.

14'ê Sibatê saet di navbera 11:30-12:00 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirin.

11'ê Sibatê, Yekîneyên me yên Antî Terorê (YAT), li bejahiya Silûkê derketin operasyonê. Li ser agahiya 'çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêkanîna êrîşa xwekujî amadekariyan dikin' hêzên me yên YAT'ê dest li vê herêmê werdan û di encamê de çeteyek bê bandor kirin."