Li Agiriyê 7 HDP'yî û DBP'yî hatin binçavkirin

Di serdegirtinên malan ên li Avkevirê de Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Îbrahîm Yaşar jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Agirî Avkevirê, danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de deriyên malan bi zorê şikandin, ketin hundir, rêveber û endamên HDP û DBP'ê jî di nav de 7 kes binçav kirin. Di serdegirtinan de Hevserokê Navçeyê yê Avkevirê Îbrahîm Yaşar, Endamê Meclîsa Şaredariya Avkevirê yê DBP'ê Kamûran Aydin, Keyayê Taxa Yiltepeyê Mehmet Alî Budak û welatiyên bi navê Fesîh Aydin, Kenan Aydin, Mustafa Kaya û Fûat Akdenîz hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Agiriyê. 

Her wiha hate zanîn ku esnafê navçeyê ku di 11'ê Sibatê de ji bo nerazîbûnê nîşanî dorpêçî û komkujiyên li Sûr û Cizîrê bidin derabeyên dikanên xwe venekirin, rastî gefa polîsan a "Eger hûn careke din derabeyan bigirin em ê 5 hezar TL ceza li we bibirin" hatine.