Fermandarê Ceyş el-Siwar: Artêşa Tirk çeteyan koordîne dike
Fermandarê Ceyş el-Siwar El-Benyawî diyar kir, çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam, bi koordîneya artêşa Tirk êrîşî çeperên wan kirine.
Fermandarê Ceyş el-Siwar El-Benyawî diyar kir, çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam, bi koordîneya artêşa Tirk êrîşî çeperên wan kirine.
Fermandarê Ceyş el-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Ebû Cûmaa El-Benyawî, der barê erîşên artêşa Tirk ên li hemberî bejahiya Ezazê yê li bakurê Helebê û êrîşên li hemberî Kantona Efrînê de ji ANHA'yê re axivî.
El-Benyawî da zanîn ku artêşa Tirk bi top, moşek û çekên din ên giran êrîşî herêmên di bin serweriya Ceyş El-Siwar de, dike û heta niha encamên ziyanên ku çûbûne nehatine zelalkirin.
El-Benyawî diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve heta niha kêlî bi kêlî hêzên şoreşger ên Sûriyeyê hedef digire û li hemberî wan piştgiriya çeteyên El-Nûsra, Ehrar El-Şam û DAIŞ'ê dike.
Ebû Cumaa got: "Tirkiye hişt ku dawî li gelek hêzên şoreşger were. Destê wê di tinekirina hêzên wekî Tevgera Hezim, Tugayên Fecir El-Huriya, Eniya Şoreşgerên Sûriyeyê de heye. Ji ber pêşveçûna hêzên me li bakurê Helebê ew niha bi awayekî rasterast êrîşî bakurê Helebê dikin. Dewleta Tirk bi hinceta hebûna hêzên YPG û YPJ’ê van herêman topbaran dike."
Ebû Cumaa El-Benyawî red kir ku hêzên YPG û YPJ’ê li wê herêmê hebin û got ew herêmê di bin serweriya Ceyş El-Siwar de ye.
Fermandarê Ceyş El-Siwar anî ziman ku bi topbarana artêşa Tirk re çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam êrîş anîn ser nuqteyên şervanên wan û destnîşan kir ku bi sedan malbat ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk koçber dibin. El-Benyawî diyar kir, eger ev topbaran dewam bike wê xeteriyeke mezin li jiyana şêniyên herêmê û koçberan çêbibe.