Li Cizîrê xanî hînê tên şewitandin
Li Cizîrê, tevî daxuyaniya "operasyon qediya ye" ya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Efkan Ala, li taxên Sûr û Cûdî hînê jî xanî ji aliyê hêzên dewletê ve tên şewitandin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên komkujiyê di roja 62. de didomin. Ji taxên Sûr û Cudî dû radibe. Hate ragihandin li taxên Sûr û Cûdî, ku di êrîşên qirkirinê de bi dehan kes ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovitî hatin înfaz kirin, gelek mal têne xerakirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz duh der barê mijarê de axivîbû û gotibû li herêma ku malên birîndar tê de hatine înfazkirin bi wesayîtên kar dixebitin û ji herêmê dû radibe. Sariyildiz destnîşan kiribû ku hêzên dewletê şopên komkujiyê jê dibin û dixwazin ser komkujiyan bigirin.