Pîr û dayikên Elewî komkujiya li Cizîrê şermezar kirin

Pîr û Dayikên Elewî yên Dêrsimî, ji bo berxwedana gel li cih bibîne hatin Nisêbînê û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Pîr û dayikan, komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, şermezar kirin.

Pîr û Dayikên Elewî yên Dêrsimî, ji bo berxwedana gel li cih bibîne hatin Nisêbînê û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Pîr û dayikan, komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, şermezar kirin.

Dayik û Pîrên Elewiyan şev li taxa Dîcleyê man û bi roj jî li pey bendan daxuyanî dan. Ji pîrên elewiyan Hasan Genç daxuyaniyê xwend û diyar kir ku ew ji bo rastiyê bibînin hatine Nisêbînê. Genç bal kişand ser komkujiya Cizîrê ku bi dehan birîndar ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovitî hatin qetil kirin û got "Em bang li hemû mirovahiyê û cîhanê dikin û dibêjin 'werin rastiyê di cih de bibînin.' Dem hatiye û heta derbas dibe ku em zilmê rawestînin."

Piştre dayika bi navê Menşure Dogan axivî û got "Dinya hemû zilmê dibîne lê zilma li ser Kurdan nabîne? Kesê ku xwedî wijdane divê vê qebûl neke."

Piştî daxuyaniyê pîr û dayikan, bi welatiyan re sohbetê kirin.