Artêşa Tirk êrîşî Rojava dike
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên duh bi topên obusê li hemberî gundên Maranaz û Minix ên Ezazê da destpêkirin, îro jî dewam dike.
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên duh bi topên obusê li hemberî gundên Maranaz û Minix ên Ezazê da destpêkirin, îro jî dewam dike.
Êrîşên bi hevkariya artêşa Tirk û çeteyan destpê kirin, li bajarokên Malikiye, Der Cemal û Til Rifatê belav bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, artêşa Tirk danê vê sibehê saet di 09:00 de obus avêtiye çeperên Arêşa Şoreşgeran û qadên sivîlan.
Komên çete bi koordîneya artêşa Tirk re êrîşî bajarokên Malikiye, Der Cemal û Til Rifatê dikin Şerê li van deran ên sivîlan hedef digirin, dijwar dibe.
Êrîş ji qereqola li ser sînor a li gundê Yazibagi yê Efrînê tê kirin.