2 cenazeyên li Mêrdînê hatin teşxîskirin şandin Cizîrê
Cenazeyên Tajdîn Merse û Mehmet Dalmiş ên li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin teşxsîkirin, ji bo werin veşartin ber bi navçeya Şirnex Cizîrê ve hatin şandin.
Cenazeyên Tajdîn Merse û Mehmet Dalmiş ên li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin teşxsîkirin, ji bo werin veşartin ber bi navçeya Şirnex Cizîrê ve hatin şandin.
Ji 14 cenazeyên li Mêrdînê, piştî teşxîskirinê cenazeyên Tajdîn Merse (22) û Mehmet Dalmiş (31) teslîm hatin girtin. Cenazeyên ji morgê hatin derxistin, ji bo werin veşartin bi ambûlansê ber bi Cizîrê ve hatin şandin.
Ji 17 cenazeyên anîbûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, heta niha 5 cenaze hatine teşxîskirin û ji aliyê malbatan ve hatine wergirtin. Ji bo teşxîskirina 12 cenazeyan malbat li benda encamên texta DNA ne.