Êrîşên artêşa Tirk a li ser Rojava didome: 2 zarok hatin qetilkirin

Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gundên Efrîn û Ezazê didomin. Di êrîşên îro de 2 zarok hatin qetilkirin. Gelek sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk ev 3 roj in bi obus û bombeyên mîsket ve êrîşî çoltera Ezaz û Efrînê dike. Li gor agahiyên ji herêmê, di encama êrîşa bi obus û bombeyên mîsket ên artêşa Tirk a li ser bajarokê Dêr Cemal a girêdayî Ezazê ya 24 kîlometre dûrî sînorê Kîlîsê ye, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

TOPBARAN ZÊDE DIBE

Her wiha li ser gundên Kefer Antewan, Merehaz, Elqemiyê, El-Malîkiyê, Til Rifet û Mînîk topbarana artêşa Tirk zêde dibe.