Li Edeneyê li hemberî êrîşên polîsan li ber xwe dan

Li Edeneyê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên ku daketin kuçe û kolanan û rê li trafîkê girtin, rastî êrîşên polîsan hatin.

Li Edeneyê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên ku daketin kuçe û kolanan û rê li trafîkê girtin, rastî êrîşên polîsan hatin. Li hemberî êrîşa polîsan ciwan jî li pişt barîkatan cihê xwe girtin û nehiştin polîsa daxilî taxê bibin. 

Li taxa Denîzlî ya li ser Kolana Îsmetpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê ciwanên ku bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin gel hev, rastî êrîşên polîsan hatin. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û car carinan bi guleyên rasteqîn êrîşî ciwanan kirin. Li hemberî êrîşên polîsan ciwan jî bi xweparastiniyî, bi polîsan re şer kirin. Polîsên bi wesayîtên zirxî ketin kuçeyan, bi ser hin malan de girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtina malan de kesên hatine binçavkirin hene. Piştî polîs vekişiyan qereqolê pevçûn bi dawî bûn. 

Ciwanên ku li taxên Dadaloglû, Karasû û Gulbahçeyê rêyên sereke bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" rê ji trafîkê re girtin, komplo şermezar kirin. Bi êrîşa polîsan re ciwan jî bi xweparastiniyî li hemberî polîsan li ber xwe dan û nehiştin polîs daxilî taxê bibin. Li taxên Anadolû û 19 Mayisê yên navçeya Yuregîrê ciwanên hatin gel hev rê li trafîkê girtin û di têketina kuçeyan de barîkat ava kirin. Bi êrîşa polîsan ciwanan li pişt barîkatan li ber xwe da. 

Li taxên Belediyeevlerî, Yersuat, Kuçikkirim û Înonu yên navçeyan Ceyhanê ciwan hatin gel hev û barîkat ava kirin û li pişt barîkatan li hemberî polîsan xwe parastin.