HSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

HSD, nasnameya 2 şervanên xwe yên di encama êrîşên artêşa Tirk ên bi obus, hewan û misketan de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

Navenda Çapemeniya HSD’ê, nasnameya 2 şervanên xwe yên di encama êrîşên artêşa Tirk ên bi obus, hewan û misketan de jiyana xwe ji dest dan bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha tan gotin: “ Em weke HSD di rêya şehîdên me ronî kirîn de em ê heta dawî bimeşin, soza têkoşîna azadiyê heta bigihînin serkeftinê dubare dikin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdên azadiyê re dixwazin.”

Nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Mahsûm Qorimqaz
Nav û Paşnav: Mazlûm Henan
Navê Dayik: Xeyriye
Navê Bav: Henan
Dîroka Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Dêr Cimêla 14/02/2016
***
Nasnav: Şîlan Kobanê
Nav û Paşnav: Emîne Hisko
Navê Dayikê: Fîdan ÎCO
Navê Bav: Şeban Hisko
Dîroka Jidayikbûnê: Efrin/Bilbilê/ Xelîlaka
Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Dêr Cimêla 14/02/2016