Artêşa Tirk 10 top avêtin gundên Efrînê

Artêşa Tirk topbarana xwe ya li dijî gundên kantona Efrînê berdewam dike. Herî dawî 10 top avêtin gundên Qîbarê û Stêr.

Nûçegihanên ANHA’yê ragihand ku artêşa dewleta Tirk êrîşên xwe bi topan li dijî gundên kantona Efrînê berdewam dike. Herî dawî jî 10 topên goşî avêtin gundên Qîbarê Stêr ên girêdayî bajarê Efrînê. Derbarê ziyanên bi welatiyan bûne de jî tenê ziyanên madî derketine.

Artêşa dewleta Tirk ku li hemberî têkçûna çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam nikare xwe ragire, heta niha topbarana xwe li dijî welatiyên sivîl berdewam dike.