Ciwanên Rojhilatî Komploya Navneteweyî şermezar kirin

Komek ji ciwanên bajarê Sine li nêzî bajêr li hev civiyan û komploya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Koma ciwanan ên ciwanên şoreşger ên Sine, Komîteya Şehîd Bêrîvan bi nav kirin, duh li nêzî bajêr kom bûn û komlpoya navneteweyî şermezar kirin.
 
Ciwanan bi dirûşmeyan komplo şermezar kirin û her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Bakurê Kurdistanê ragihandin. Ciwanan dan zanîn ku ew wek ciwanên Rojhilat amade ne li kêleka berxwedaniya YPS û YPS Jin cih bigrin.
 
Ciwanên Sine ji hemû ciwanên Rojhilat xwestin ku wek berxwedaniya Kobanê ji bo têkbirina Komploya navnetewî û li dijî faşîzma Tirk tevlî berxwedana YPS’ê bibin.