Li Hezexê sewqiyata leşkerî bi lez û bez tê kirin
Ji Hezexê re ku dorpêç lê dewam e, zêdetirî 20 wesayîtên zirxî yên Kobra û 6 Ford Ranger hatin şandin.
Ji Hezexê re ku dorpêç lê dewam e, zêdetirî 20 wesayîtên zirxî yên Kobra û 6 Ford Ranger hatin şandin.
Hêzên dewletê yên li navçeya Hezex a Şirnexê amadekariyên êrîşê dikin, sewqiyata bi rojan e dikin îro lez danê.
6 wesayîtên Ford Ranger û zêdetirî 20 wesayîtên zirxî yên Kobra yên ji derve anîn, 3 bi 3 ketin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê.
Her wiha li gel Dibistana Seratayî ya Cûmhûriyetê ya li Taxa Yenî teqînek pêk hat.