Cenazeyê zarokê 16 salî yê hat înfazkirin hat teşhîskirin

Cenazeyê Mûharem Erbek ê yek ji cenazeyên 48 kesên ku di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê de hatin qetilkirin û cenzeyên wan şandin Deriyê Sînorê Xabûrê tê rawestandin, ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin.

13 malbatên ji bo teşhis kirin cenazeyan hatin Deriyê Sînorê Xabûr, ragihadin ku cenaze nayên naskirin. 

Hatina malbatan a ji bo teşhîskirian 48 cenazeyan ên di qetlîama li Cizîrê de yên ku hatin înfazkirin û di avahiya demkî ya Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûr tê rawestandin a Silopiyayê berdewam dikin.

Îro 13 malbat ji bo teşhîs kirinê hatin saziya demkî ya ATK’yê. Malbatên ku yek bi yek li cenazeyan temaşek kirin, diyar kirin ku ji ber şewatîn û parçekirinê nekarîn teşhîs bikin.

Malbatên ji ATK’ê derketin tênê malbata Erbek cenazeyê Mûharem Erbek ê 16 salî hat teşhîskirin. Bavê mûharem Erbek Salih Erbek diyar kir, cenaze yek bi yek kontrol kir û got gelek cenaze hatine şewitandin. Bav Erbek anî ziman ku cenazeyên ku şandin Mêrdînê jî dîtiye û hemû hatin şewitandin û rewş weke wehşetê nirxand.

Xalê Îbrahîm Îvrendî yê ku li Taxa Sûrê di avahiyê de asê mabû, Salîh Ûysal jî anî ziman ku ji ber cenaze hatine şewitandin cenazê xwarziyê xwe teşhîs nekiriye. Ûysal got "Cenaze nayên nasîn. Parçe parçe kirine, hemû şewitandine. Ne mimkûne ku teşhîs were kirin."

Hat ragihand malbat wê sibehê saet 09:00’an bi dozger re ji bo teşhîskirinê li wêneyan temaşe bikin.