Komploya Navneteweyî li binarê Qendîlê hat şermezarkirin
Îro 15’ê Sibatê komploya navneteweyî li gundê binarê Qendîl Pirdeşalê bi tevlîbûna hemû gundên derdorên binarê Qendîl bi meşek girseyî ve hat protestokirin.
Îro 15’ê Sibatê komploya navneteweyî li gundê binarê Qendîl Pirdeşalê bi tevlîbûna hemû gundên derdorên binarê Qendîl bi meşek girseyî ve hat protestokirin.
Îro di 17.salvegera 15’ê Sibatê ku plangeriya navneteweyî 15’ê Sibatê 1999’an de bi peşengiya dewletên emperyalîst, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi aweyekî bê hiqûqî dîl gîrtîn û radestî dewleta Tirk kiribûn, li gundê binarê Qendîl Pirdeşalê bi tevlîbûna hemû gundên derdorên binarê Qendîl bi meşeke girseyî ve hat protestokirin.
Meş di saet 14:30’ de li pira Pirdeşalê destpê kir û heta ber dibistana gund berdewam kir. Li vir daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Azadî Çiya Bang Mustafa ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û wiha got; “ 18. Salvagera komplaya navnetewî em mahkûm û şermezar dikin. Gelê berxwedêr ê Kurdistan di 15’ê Sibatê sala 1999’en de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di plangeriyekî navnetewî de bi serkêşiya DYA û Îsraîl hat dîlgirtin. Dûv re radestî dewleta Tirk hat kirin. Ji bo ku Tevgera Azadiya Şoreşgeriya Kurdistan PKK’ê têk bibin wisa kirin. Lê, Tekoşîna Şoreşa Gelê Kurd û qehremaniya şehîdên me, berxwedaniya 17 sala ku Rêber APO di zîndana Îmralî de îradeya Rêberekî berxwedêr û xwedî hizir, felsefe nîşan da û ji bo ku dewleta dagirker bikşîne ser masa muzakereyê, 28’ê Sibata 2015’an ku mutabaqata dolmabahçe mînaka herî ber çav bû.
Dewleta dagirker a Tirk piştî ku nikarî li hember berxwedaniya Rêber APO, serkeftinin gelê Kurd di hilbijartina 7’ê Hezîranê de û serkeftina Rojavayê Kurdistanê berxwe bîde ji bo yê wî jî dewleta Tirk bi hevkariya grubên çeteyan û ji bedengiya hêzê navnetewî ve carê di Kurdistanê da dest bi şerekî seranserê Kurdistanê kir. Bajer û gundên Kurdistanê wêran kirin, mirovên sivîl kirine armanca erîşên xwe û heta niha bi sedan jin, zarok û welatiyên kal qetil kirin. Ji bo vê jî lazim e em dest bidin dest hev têkoşînê pêş bixin. Û alîkarî bigihînin Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) ku em karibin AKP û Erdogan bin bixînin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd ji bo yekbûyîna gelan felsefe û paradîgmayek nû afirandiye û wiha didome; “ Gelê me yê bi rûmet, îro gelê me yê Bakurê Kurdistan di nava tekoşînêkî siyasî û şerê bicîhkirina xwereveberiya demokratîk dayê û hemû axa Bakurê Kurdistanê bûye meydana şoreş û berxwedanê. Bi heman awayî projeyên Rêber APO li Rojavayê Kurdistanê serkeftinên berbiçav bidest xist. Çeteyên wekî DAîŞ Cebhetûl-Nusra têk bir. Îro dema bicihkirina destkeftiyan di qada navneteweyî de ew jî bû sedem ku ne Cenev-3 ne ti konferans û civînên navneteweyî ji dervêyî hêza xwereveberiya kantonên Rojava nikare serkeftî be.
Felsefe û hizira Rêber APO di dema îro de dikare bi awayekî her baş xwedî li gelê Kurd, Aşûrî, Ereb, Êzîdî, Tirkmen, Kakaî û Şebek derkeve. Berxwedanên Şengal, Mexmur û Kerkûkê mînaka herî baş e. Ev mînak jî nîşan dide ku di Kurdistan û Rojhilata Navîn de proje û felsefa Rêber APO rêgeha çareseriya herî baş a ji bo rizgarbûna ji qeyrana Rojhilata Navîn e.
Dewletên mêtinger digotin em dostên Kurdan û xîlaskerên gel û netewên din in. Lê, di rastî de dixwazin me hemûyan têxîn xizmeta berjewendiya siyasetê xwe, ji bo vê jî em bang hemû netew û baweriyên di Kurdistanê de dîjîn dikin. Em dibêjin werin bi hev re tekoşînê di xeta neteweya demokratîk de bi rê ve bibin. Ji ber ku ji me hemûyan re jî çareseriya hemdemiyê, lehentiya gerîla û şervanan bi hevbeşiya peşmerge vê rastiyê îsbat dike.
Îro 17. sala derbas dibe li ser plangerî ya navneteweyî li ser Rêberê me, îro ji her rojê zedetir tecrîd liser Rêberê me girantir kirine û dixwazin Tevgera Şoreşgerî Kurd têk bibin. Bi vê ve Dagirkeriya hêzen komplogerê navnetewî hewl didin bigihêjin armanca xwe. Îro Tevgera APOYÎ ku peşengtî dike di gel şerekî giran de ye û gelê Kurd jî di çar parçeyê Kurdistanê bi hêvî ye. Îro ji her rojê zedetir nezîkî serkeftinê ye. Ji bo vê jî, nabe ku li ser Rêberê azadîxwazan û rêveberê xeta sêyêmîn di nava çar dîwaran de tecrîd li ser were kirin.
Dewleta dagirkeriya Tirk li gel ku wekî hêzeke dagirger bûye sedema hemû qeyranekê, îro di Başûrê Kurdistanê de gihiştin astê herî jor, Başûrê Kurdistanê bi qeyranên mezîn re rû bi rrû tê, bi heman awayî leşker anî Başûr. Her kes dizane dewletê Tirk alîkariya herî mezîn ji bo DAÎŞ û komên çete dike. Ji bo vê jî gerek gelê Başûr dewleta Tirk bi her awayî ji Başûr derxe û sînorek ji bo siyaseta wî were danîn. Ji ber ku divê baş bê zanîn ku heta dewleta dagirkeriya Tirk di Bakur û Rojava de Kurdan qetil bike, ti carî nabe dostê Kurdên Başûr, di heman demê de Başûr jî dikeve bin xizmeta dagirkeriyê.”
Piştî xwendina daxuyaniyê, endamê ciwanên binarê Qendîlê Şemal Sêx li ser navê ciwanên binarê Qendîl komplo şermezar kir û soza têkoşînê li hember komplogeran da.
Piştî Şemal Şêx, Hevşaredarê Binarê Qendîl Mihemed Hesen axivî, Hesen wiha got; “Komplo ne ser kesayetiyekî bû, li ser gelekî hat meşandin. Rêbertî li Îmralî wek bombeyekê bi komplogeran teqiya. Rêya ronahiyê, rêya xwerêvebirinê ji bo gelê Kurd pêk anî.”
Piştre zaroka endama Koma Sonya ji bo Rêberê Gelê Kurd helbestek xwend.
Di dawiyê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd were rakirin, di demekî herî kin de muzakere bên destpekirin û zemîna ji bo azadiya Ocalan were amadekirin.”
Di çalakiyê de pankartên, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “ Azadiya Rêber APO, Garantiya Azadiya Gelan e”, “17.salvegera 15’ê Sibatê em Soz û Peymana xwe ji bo Têkoşînê Nû Dikin”, “Bi Berxwedana Gelê me yê Her Çar Parçê Kurdistanê Plangeriya 15.Sibate Vala Derket”, “Daxwaza Kurdan Rêbertiyeke Azad, welatekî Azad, jiyaneke Azad, Civakeke Azad e”, “Bi Berxwedanê komplogerî vala derket”, “Bi Berxwedanê Em ê Rêber APO Ji Zîndanê Derxin” hatin vekirin, her wiha dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Başûr, Bakur, Rojhilat Apo Serokê welat”, “Em in xelkê Başûr, piştgirî ji bo Bakur” hatin berzkirin.