Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan daketin qadan
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tê meşandin, li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin.
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tê meşandin, li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin.
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tê meşandin, li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin. Gelê ku jiyan rawestandin, di çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan kirin.
FARQÎN
Li navçeya Farqîn a Amedê komploya 15’ê Sibatê bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin. Li Farqînê kepengên dikanan nehatin vekirin, reş hatin li xwe kirin û HDP û DBP’yî parçê reş ê li avahiya HDP’ê ya li navçeyê ve daleqandibûn kom bûn, daxuyaniya çapemeniyê da. Rêveberê DBP’ê yê navçeyê Mufît Çapan ê ku daxuyanî di bin ewlekariya zêde ya wesayîtên zirxî û polîsan de xwend. Diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 Sal in bi komployekî navneteweyî hatiye girtin, rexmê tecrîda giran jî ji bo aştiyê hewl dide.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, DBP û HDP’yî vegeriyan pêşiya avahiya HDP’ê.
LICÊ
Di salvegera komployê ya li hember Ocalan a şandina Tirkiyeyê, li navçeya Licê ya Amedê di pêşengtiya DBP û HDP’ê de meşek û daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Girseya ku li pêşiya avahiya DBP’ê kom bûn, pankarta “Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” vekirin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Dîsa dîsa serhildan, Serokê me Ocalan” û “ Bi berxwedanê em serketin û bi berxwedanê em ê bi dawî bînin” qîr kirin. Gulseren Încekara diyar kir, komploya ji aliyê hêzên navneteweyî ve li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin îro berdewana pilana ji bo hilweşandina şoreşa Rojava ye.”
BISMIL
Li navçeya Bismilê ya Amedê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ciwanan li ser gelek rê û kolanên agir pêxistin. Polîsên Tirk êrîşî girseya ku li ser rêyên Êlih- Amed, Sanyî, Nato û Rêya Kevin a Amedê lastîk şewitandin kir. Êrîşa ku bi bombeyên gazê û ava şid hat kirin, ciwanan jî bi keviran bersiv dan. Piştî şerekî dem kurt ciwan di nava kolanan de belev bûn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin 2 ciwanên li ser motorsiklêtê yên li ser rêya Sanayiyê ji aliyê polîsên Tirk ve hatine binçavkirin. Ciwanê ku navê wan nehatin zanîn rakirine Midûriyeta Emniyeta navçeya Bismilê.
ÎDIR
Li Îdirê bi sedan kesên ku li ber avahiya DBP'ê kom bû daxuyanî dan çapemeniyê û komplo şermezar kirin. Di daxuyaniyê de pankarta "Bi Rêbertiya Azad ve ber bi pêşeroja azad”, “Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Hevserokê DBP'ê yê Îdirê Oguz Ok axivî û diyar kir ku komployê de şexsê Ocalan de gelê Kurd hedef girtiye. Ok, komplo şermezar kir.
AGIRÎ
Li navenda Agirî û navçeyên Bazîd, Giyadîn û Panosê komplo bi meş û daxuyaniyan hate şermezarkirin. Li navenda Agiriyê di meşa ku ber bi Qada Tahîr Elçî hate kirin de parlamenter û hevşaredaran jî cih girtin. Piştî meşê li ber navê girseyê Hevseroka HDP'ê ya Agiriyê Hanim Yildirim axivî û bal kişand li ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku tecrîda li dijî Ocalan li hemberî hemû Kurdan e. Parlamenter Bedran Ozturk jî anî ziman ku bi komployê ve hatiye xwestin ku îradeya gelê Kurd bê şikandin. Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî diyar kir ku divê pevçûn bi dawî bibin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.
Li Patnosê jî gel komplo şermezar kir. Polîsan êrîşî çalakiya şermezarkirinê kirin. Di êrîşê de Rêveberê DBP'ê yê Patnosê Fecrî Aslankan û kesekî ku navê wî nehat hinbûn hatin birîndarkirin. Di êrîşa polîsan de 40 kes hatin binçavkirin. Hate hinbûn ku kesen birîndar jî li şûna nexweşxaneyê birine qereqolê.
Li aliyê di li navçeya Giyadînê jî li ber avahiya HDP, DBP'ê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku di bin dorpêça polîsan hate dayîn de posterê Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate vekirin. Di daxuyaniyê de gel dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Ciwan fedaiyê Apo ne" hatin berzkirin. Di axaftinan bal kişandin li ser tecrida li hemberî Ocalan û hate xwestin ku tecrîd bê rakirin.
QERS
Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat li Qers û navçeyên wî jî bi daxuyanî û meşan hat şermezarkirin.
Rêxistinên HDP Û DBP'ê yên Qers'ê jî bi boneya şermezarkirina komployê li ber avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê welatiyên dixwestin meşek li dar bixin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li hember abluka û astengiya polîsan gelek welatî çalakiya rûniştinê pêk anîn û pankarteke ku li ser "Em Komploya Navneteweyî ya 15 Sibatê şermezar dikin" hat vekirin û welatiyan devê xwe bi bandên reş girtin.
Li vir Hevserokê HDP'ê yê Qersê Cengîz Topbaşlı axivî û bal kişand tecrîda giran a li ser Ocalan tê meşandin. Topbaş destnîşan kir ku ji bo mirin çênebin divê demildest bi Ocalan re muzakare werin destpêkirin û wiha got: "Ligel her tiştî aştî wê bi azadiya birêz Ocalan pêk were." Her wiha Topbaşlı di axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên li ser Cizîrê.
Bi qedîna daxuyaniyê polîsên sivîl xwestin nûçegihanê DÎHA'yê Gokhan Altay ê nûçe dişopand binçav bikin lê belê li ser bertekên welatiyan nûçegîhan piştî kontrola nasnameyê serbest hat berdan.
Welatiyan bi cilên reş komplo lenet kirin
QAQIZMAN
Li navçeya Qaqizmana Qersê jî bi heman mebestê meş hat li dar xistin û daxuyanî hat dayîn. Gelek welatiyên ku ji ber avahiya DBP'ê dest bi meşê bikin beriya meşê rastî êrîşa bombeyên gazê yên polîsan hatin. Ligel mudaxaleyê welatî dest bi meşê kirin û heya navenda sûkê meş li dar xistin. Di meşê de ji bo bal kişandina tecrîda giran a li ser Ocalan welatiyan dovîzên ku li ser "Bêdengî qêrîna herî mezin e" dinivîsin vekirin. Di meşa ku her tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin de posterê Ocalan jî hat vekirin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de jî azadiya Ocalan hat xwestin û qadên rêveberiyên cewherî hatin slavkirin. Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.
Li navçeya Dîgorê jî komplo ji aliyê sedan welatiyan ve bi meşekê hat şermezarkirin. Dayikên cilên reş li xwe kirin pêşengiyê ji meşê re kirin û bi dirûşman lenet li komployê anîn. Di meşa ku ji ber avahiya DBP'ê heya Doryolê berdewam kir de jî dovîzên ku tê de komplo dihat şermezarkirin ji aliyê welatiyan ve hat hilgirtin.
PATNOS
Polîsên Tirk êrîşî gelê ku li Patnosê xwetin komoloya 15’ê Sibatê şermezar bikin kir. Girseya ku li pêşiya avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn dest bi meşê kirin. Polîsên Tirk êrîşî meşê kir. Rêveberê Rêxistina DBP’ê yê navçeya Patnosê Fercî Aslankan û kesê kî navî nehat zanîn birîndar bûn.
Di êrîşan de nêzî 40 kesan hatin binçavkirin rakirina Midûryeta Meniyeta Patnosê. Hat ragihadin ku Aslankan û kesê navê
wî nehat zanîn ê ji birîndar li şûna rakin nexweşxaneyê birine emineyetê.
AYDIN
Li Aydinê li pêşiya avahiya DBP û HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî di dorpêça polîên Tirk de hat xwendin û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî Seork Apo”, “Ciwan fedaiyê Apo ne” û “Bê Serok jiyan nabe” qîr kirin. Bal kişandin li ser tecrîda li ser Ocalan û banga demilest divê tecrîd were rakirin kirin.
STENBOL
Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Stenbol, komploya 15’ê Sibatê li pêşiya avahiya meclîsa xwe bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Dayik bi poşiyên reş beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya Kurdî ya ku ji aliyê Dayika Aştiyê Emîne Erbek ve hat xwedin bûn. Erbek diyar kir, tecrîda li ser Oclan şermezar kirin. Wiha got: “ Dayikên ku li Cizîrê xwedî li zarok û xaka xwe derdikevin silav û hembêz dikîn.”
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.
RIHA
Li navçeya Pirsûs ya Rihayê di salvegera komployê de bi jiyan rawestandinê protesto kirin. Kepengên dikanan nehatin vekirin, di navçeyê de ajokaran qontax venekirin û bêdengbûn li ser navçeyê bi bandor bû. Bi derbasbûna saetan re bi sedan kes li pêşiya avahiya DBP’ê kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê da. Girseya ku pankarta “ Bi ruhê xwerêveberiyê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê lenet dikin” vekirin û dem bi dem dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Li ser navê girseyê Hevserokê HDP’ê ya navçeya Pirsûsê Sûphî Koçyîgît axivî û wiha anî ziman: “ Em vê komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti caran ji bîr nakin û napejirînîn jî. Ji bo azadiya Rêber Apo heta dilopa xwîna me ya dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin. “
Mêrdînî û Şirnexî jî ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê daketin kolanan. Di çalakiyê de dem bi dem bi dirûşmên “Cihanek bê Ocalan em ê di ser we de hilweşînin” qîr kirin.
NISÊBÎN
Gelê Nisêbînê yên ku li hember êrîşên qirkirinê berxwedanê didominin, di rasthatina salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anîna Tirkiyeyê daketin kolanan û komplo şermezar û lenet kirin. Satên sibehê gel ji malên xwe der neketin û paçên reş li ser pencere û şaneşînên xwe bilind kirin, di saetên piştî nîvroyê de daketin kolanan û bi meşekê komplo şermezar kirin. Meşa ku di pêşengtiya jinan û ciwana û bi beşdarbûna zêde ya zarokan jî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Cihanek bê Ocalan em ê di serê we de hilweşîn in” û “Bê Serok jiyan nabe” qîr kirin. Hema hema hemû jinên ku beşdarî meşê û li ber deriyên malên xwe pişgirî didan meşê xwe bi reş pêça bûn. Meşa ku ji Taxa Kişlayê destpê kir heta navenda Sûka Nisêbînê li pêşiya avahiya DBP’ê bi dawî bû.
Bi hezaran Nisêbîniyên daketin kolanan, bersiva nûçeyên medyaya AKP’ê yên weke “Li Nisêbînê ti kes nemane, hemû koç kirine” jî dan.
QOSER
Li navçeya Qoser a Mêrdînê di saetên sibehê de ji dervey firin û dermanxaneyan dikandar tev kepeng girtibûn. Ji bo şermezarkirina komployê di saetên nîvroyê de di pêşengtiya DBP, HDP û KJA’yê de meşek hat lidarxistin. Ji beriy meşê Parlementerên HDP’ê ya Mêrdînê Alî Atalan, Rêveberên DBP û HDP’ê , Hevşaredarên Qoserê jî di nav de bi sedan kes li pêşiya avahiya DBP’ê kom bûn. Li ser destwerdana polîsên Tirk kom ketin nava kolana. Girser piştre li Taxên Ersoylû,Koçhîsar, Berçem, Parka Mehmet Sîncar’ê kom bûn, ji bo şermezarkirina komployê meşek li dar xistin û rastî êrîşa polîsên Tirk ên bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk hatin. Li ser bersivdayîna gel a bi keviran şer der ket.
ŞIRNEX
Li ser banga Meclisa bajarê Şirnexê, DBP, HDP, KJA ve DEM-GENÇ’ê bi sedan kes li pêşiya avahiya DBP’ê ya Şirnexê kom bûn, komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Dayikan bi cil û begên reş û poşiyên reş beşdarî daxuyaniya çepemeniyê bûn, dirûşmên “Cihanek bê Ocalan em ê di ser we de hilweşînin”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok” qîr kirin. Daxuyanî ji aliyê rêveberê DBP’ê yê navçeyê Huseyîn Ûgur ve hat xwedin û diyar kir ku di dema anîna Ocalan ya Tirkiyeyê kesên ku gotin “Hin nikarin roja me tarî bikin” agir berdan bedenên xwe bi bîr anî. Ûgûr wiha got: “Hêzên dagirker û mêtînger felesfeya Ocalan ji bo xwe weke asteng didîtin, ji ber wê bi beşdarbûna 39 welatan komployek nemerdane li hember Ocalan pêk anîn. Lê, dîsa jî Ocalan ev 17 sal in di girtîgehê de têkoşînê ji bo azadiya gelên bindest dide meşandin.
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Serok Apo” bi dawî bû.