Ji gerîlayan çalakiya li hemberî qereqola Şkêr
Gerîlayan bi çekên giran li hemberî qereqola Şkêr a li ser sînorê herêma Zapê ye, çalakiyek pêk anîn.
Gerîlayan bi çekên giran li hemberî qereqola Şkêr a li ser sînorê herêma Zapê ye, çalakiyek pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"14'ê Sibatê saet di navbera 16:00-17:00 de tankek li nêzî qada Şehîd Zinar a li herêma Avaşînê bi cih bûbû, ji aliyê hêzên me yên gerîla ve bi çekên giran hedef hat girtin. Derbên xurt li vê tankê hat xistin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus avêt qada Şehîd Gafûr û derdora wê. Her wiha herêm bi tankan bombe kir.
14'ê Sibatê saet di 16:00 de gerîlayên me yên YJA Starê, bi çekên giran li hemberî qereqola Şkêr a ser sînorê herêma Zapê ye, çalakiyek pê anîn. Derb li gelek mewziyan hat xistin, lê hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên Şkêr û Girê; qadên Latê Kewa, Girê Sor, Çiyayê Reş û girê Cehennem bi obus, hawan û tankan bombe kirin. Ev çalakî li hemberî tecrîda li ser Rêberê me hatiye lidarxistin.
Roja 14'ê Sibatê saet di navbera 13:30-14:00 û 16:30-17:00 de qereqola Bilican a li nava sînorê navçeya Colemêrg Çelê ye; obus û hawan avêt qadên Şehîd Newal û Şehîd Colemêrg ên li herêma Zapê.
Ji saet 09:00 ê 14'ê Sibatê heta saet 07:00 ê 15'ê Sibatê (îro) li herêma Zapê, roja 14'ê Sibatê saet di navbera 18:00-20:00 de li ser herêma Garê balafirên keşfê yên bêmirov geriyan."