BI DÎMEN

Polîsên Tirk li Amedê êrîşî protestoya 15’ê Sibatê kirin/ HAT NÛKIRIN

Gelê ku ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat kom bûn, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin.

Polîsên Tirk êrîşî girseya ku komploya 15’ê Sibatê şermezar dikir kirin. Ciwanan bi xweparastinê bersiva êrîşan dan.
Li Amedê di salvegera komploya 15’ê Sibatê ya di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember Gelê Kurd pêk hat de, ji aliyê DBP, HDP, KJA, DTK û DEM GENÇ ve hat şermezarkirin.

Parlemetera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp, Berdevka KJA Leyla Akat Aka, Hevserokên DBP’ê yên Amedê Alî Şîmşek, Hafîze Îpek, Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên navçe û bajar jî di nav de bi hezaran kes li Qada Batikentê kom bûn.
Girseyê bi dirûşmên “Nêzîkatiyên li hember Ocalan aştî û şer tîne”, “ Cihanek bê Ocalan em ê bi ser we de hilweşînin” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Mehmet Temîzyuz daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd her tim di nava hewldanên demokratîk de bû, xwerêveberiya niha çareseriya hemû pirsgirêkên di roja me de çareser dike. Şoreşa Rojava û sîstema rêveberiyê mînaka vê ya herî baş û serkeftiye.”

‘DIVÊ AZADIYA OCALAN YA FÎZÎKÎ DEMILDEST BÊ PÊKANAÎN’

Temîzyuz diyar kir, DAÎŞ çanda xwe ya qetlîamkirinê ya li Rojava dida meşandin îro ji aliyê dewleta AKP’ê ve bi heman şêwazê qetlîaman li Cizîr, Silopiyayê û Kurdistanê dide meşandin. Temîzyuz wiha got: “ Polîtîkaya çareseriya herî mezin a dewleta AKP’ê bê çareserî ye. AKP bi vî awayî dixwaze gelê Kurd bi topyekûn îmha û qir bike. Bila baş bê zanîn ku her şerek, aştiyek xwe heye. Em bang li dewleta Tirk dikin dest ji polîtîkayên qirêj ên qetlîamwarî berdin. Divê dewleta Tirk azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Ocalan demildest pêk bîne.”

Berdevka KJA Leyla Akat Aka jî wiha diyar kir, di 18. Salvegera komploya navneteweyî ya li hember Ocalan û Gelê Kurd ve vale hatiye derxistin. Aka wiha axivî: “ Qetlîamên bê hiqûqî yên di sala 1999’an hatin kirin, îro bi destên AKP’ê bi qilifê hiqûqê tê meşandin. Em hemû jî dizanin ku komploya 15’ê Sibatê ne komployekî biçûk e. 15’ê Sibatê, îsyana Şêx Seîd û Seyîd Riza ya li darvekirinê ye û berdewama qetlîama Mereş û Sêwasê ye.”

Ata got ku komploya 15’ê Sibatê li hember Serokê têkoşîna azadiya jinê pêk hatiye. Ata wiha got: “ Ji ber ku Birêz Ocalan ji bo azadiya jinê têkoşînê dike. Dizane ku azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe. Ji ber ku hêzên komploger ketin ferqa vê, ji bo gelê Kurd azad nebe, ev komplo pêk anîn.”

 ‘TEMÎNATA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’

Ata diyar kir ku welat bi destên dewletê ve ber bi hilweşînê tê herikandin, wiha dewam kir: “Ev şer tenê wê li sînorê Kurdistanê nemîne! Milekî wê DYA, milekî wê Rûsya, navenda wê Sûriye, ‘3. Şerê Cîhanê’ tê jiyîn. Yekane hêza dikare vê hilweşîn û şerî rawestîne Birêz Abdullah Ocalan e. Temînata aştiyê li Îmraliyê ye.”

HÊZÊN RÛPOŞ ÊN DEWLETÊ ÊRÎŞÎ GEL KIRIN

Girseya piştî axaftinan dest bi meşê kir li ser Cadeya Emek rastî êrîşa polîsan hat. Ciwanan li hember êrîşa polîsan bi fîşekên hewayî, keviran bûn bersiv. Piştî bi dehan wesayîtên zirxî sewqî cadeyê kirin, vê carê jî wesayîtên Ford Ranger anîn.

Tîmên taybet ên rûpoş ji van wesayîtana daketin û gule ketober li derdora xwe reşandin. Hêzên dewletê demekê serê kolanan girtin, piştî li wesayîtên xwe siwar bûn bombeyên gazê yên bi dest avêtin nuqteya kedkarên çapemeniyê.
Pevçûnên di navbera gel û hêzên dewletê di kolanan de dewam dike.

...