BI DÎMEN

Li Wanê bi deh hezaran kes li dijî komployê daketin kolanan

Komploya 15'ê Sibatê li Wanê ji aliyê deh hezaran kesî ve bi meşeke girseyî û daxuyaniya çapemeniyê hat şermerzarkirin.

Komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 17. de li Wanê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve bi meşeke bi heybet hat şermezarkirin. Bi hezaran kesên li xaçerêya hala zebzeyan li hev civiyan, bi hilgirtina wêneyên Ocalan û qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Cizîrê" ber bi xaçerêya Îkî Nîsanê meşiyan. Di meşê de Hevserokên HDP'ê yên Wanê Derya Hayva, Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Okkeş Kawa, Caziye Dûman, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Çîmen Alturk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevşaredarên Navçeyan, rêveber û endamên rêxistinên HDP-DBP ên Bajar û Navçeyan, Pêkhateyên KJA, Aktîvîstên Dayikên Aştiyê, Seroka Wan TUYA-DER Aynûr Bagiş jî amade bûn.

Piştî meşê, girseya gel ji bo "şehîdên aştî û demokrasiyê" deqeyek rêz girt. Daxuyaniya çapemeniyê jî ji aliyê rêveberê TUYAD-DER ê Wanê Emîn Şeker ve hat xwendin. 

Şeker got, "Beriya niha bi 17 salan, di 15'ê Sibata 1999'an de li hemberî vîn û gelê Kurd mezintirîn komplo hat kirin. Komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan aht destpêkirin, di 15'ê Sibata 1999'an de bi rêbazeke korsanî bi radestkirina Birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê dewam kir. Gelê Kurd ê hingî li dora Birêz Ocalan bû xelekek, 15'ê Sibatê weke roja bê xêr, roja reş îlan kir."

Şeker bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û got, "Hikûmeta AKP'ê ya li şûna aştiyê, şer li ser gelên me ferz dike, ji ber ku ji hewldanên aştiyê yên Birêz Ocalan ditirse, bi zanebûn nahêle malbat û parêzer wî bibînin. Yên ku bi polîtîkayên şantajê mase qelibandin, îro di ser Birêz Ocalan re hewl didin hesabên kirêt bikin. Halbûkî ev gelekî zelal e; ji ber ku Birêz Ocalan serî li ber polîtîkayên kirêt ên AKP'ê netewandiye, bi salane li hemberî mercên tecrîdê li ber xwe dide."

Şeker da xuyakirin, gelê Kurd ê li Cizîr, Gever, Sûr û Silopiyayê li ber xwe dide, heta dawiyê li cem Rêberê xwe ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelê Kurd wê paradîgmaya wî ji sedî sed bixe meriyetê. Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn hêviya aştî û azadiyê ye. Li dijî zaliman û dîktatoran jî keleha dawî ya mirovahiyê ye. Her kes bi vê yekê dizane; Birêz Ocalan afirînerê aştiyê, Tayyîp Erdogan jî yê şer e. Gelê Kurd li hemberî van rêbazên şerê kirêt ê bê pîvan, bê hiqûq û bê exlaq heta roja îro ti carî serî netewand, wê ji niha û pê ve jî serî netewîne. Banga me ew e, ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ji nû ve werin destpêkirin. Banga me li gelê me ye, ku xwedî li armancên Birêz Ocalan derkeve û di vê oxirê de têkoşînê xurt bike."

Herî dawî Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer mafê axaftinê wergirt û anî ziman, gelê Kurd ev 17 sal in li dora Rêberê xwe bûye xelek û got, "Yên ji wan hene ku bi komkujiyan re dikarin hêvî û evîna me ya azadiyê tine bikin, xwe dixapînin. Gelê Kurd heta niha bersiva pêwîst daye qetlîamkeran, wê ji niha û pê ve jî dersa pêwîst bide. Gelê Kurd wê weke gelekî bi rûmet cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de bigire. Lê hûn, hûnê bi komkujiyên xwe re weke bîrdariya şermê di nava dîrokê de cih bigirin."

Piştî daxuyaniya çapemeniyê polîsên Tirk êrîşî girseya gel a belav bûbû, kirin. Ciwan jî li nava kolanan bersivê didin êrîşa polîsan.

...