OPCW: DAIŞ’ê li dijî Kurdan çekên kimyewî bikar anî

Li gor Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî, çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk, sala bihurî li hember Kurdên Başûrê Kurdistanê gaza hardalê bikar anî.

Li gor Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî, çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk, sala bihurî li hember Kurdên Başûrê Kurdistanê gaza hardalê bikar anî. Rêxistinê berê jî tespît kiribû ku çekên kimyewî li Til Hemîsê li hember YPG’ê hatibû bikaranîn.

Hat zelalkirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk di şerê li Başûrê Kurdistanê de li hember hêzên Kurd çekên kimyewî bikar aniye. Li gor agahiya Reûtersê ji çavkaniyên OPCW girtiye, di mînakên ji 35 leşkerên Kurd ên di eniya şerê Tebaxa 2015’an de şer kiriye hatin girtin de hebûna gaza kimyewî hat tespîtkirin.

Gaza hardal a wek “asta 1 sixûrê kîmyewî” tê pênasekirin, dibe sedem ku çav, çerm û rêyên bêhnê bişewitin. Di rapora OPCW a hê nehatiye weşandin de hat diyarkirin ku wê ji aliyê kê hatiye bi kar anîn neyê eşkerekirin, lê li gor testan çeka kîmyewî ji aliyê DAIŞ’ê hatiye bikaranîn.

Di nûçeya ku hat destnîşankirin mînak ji leşkerên nexweş ketî yên dema li Wargeha Mexmûr û navçeyên wê yên Herêma Kurdistana Federal bi DAIŞ’ê re şer kirîne hatine girtin de hat bibîrxistin ku meha Cotmehê di şerê li Sûriyeyê (Til Hemîs) jî li dijî Kurdan gaza hardal hatibû bikaranîn.