Hevserokê HDP'a Colemêrgê hate binçavkirin
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Colemêrgê Metîn Besî di avahiya bajêr de hate binçavkirin. Li Wanê jî di serdegirtina malê de ciwanek di protestoyên 15'ê Sibatê de, bi giştî 3 zarok hatin binçavkirin.
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Colemêrgê Metîn Besî di avahiya bajêr de hate binçavkirin. Li Wanê jî di serdegirtina malê de ciwanek di protestoyên 15'ê Sibatê de, bi giştî 3 zarok hatin binçavkirin.
Li Colemêrgê, Hevserokê HDP'a Colemêrgê Metîn Besî di avahiya bajêr de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hate zanîn ku Besî bi fermana Serdozgeriya Colemêrgê ve hatiye binçavkirin. Besî birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.
Lİ WANÊ 4 KES HATİN BİNÇAVKİRİN
Li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê di saetên sibehê de polîsan bi ser malekê de girt. Di serdegirtinê de ciwanê bi navê Sedat Abî (19) hate binçavkirin.
Her wiha li bajêr, piştî meşa protestoyê ya komploya 15'ê Sibatê jî 3 zarok hatin binçavkirin. Nehat zanîn ku zarokan birine kû derê.