PDK’ê êrîşî protestoya 15’ê Sibatê kir!
Asayişa PDK’ê bi çek û copan êrîşî Mexmûriyên ku hewl dan 15’ê Sibatê protesto bikin kir.
Asayişa PDK’ê bi çek û copan êrîşî Mexmûriyên ku hewl dan 15’ê Sibatê protesto bikin kir.
Asayîşa PDK’ê gelê Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Wargeha Penaberan a Mexmûrê) ya hewl da 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî protesto bikin asteng kir. Şêniyên Wargeha Ş. Rustem Cûdî ji bo tevlî meşa protestoyê bibin berê xwe dan Hewlêrê, bi qeymeqamê bajarokê Mexmûrê re bi rêya telefonê axivîn. Hevşaredarê Wargeha Ş. Rustem Cûdî Kedal Kara ragihand ku qeymeqam gotiye talîmat ji jorê hatiye û teqez nikarin destûrê bidin.
QEYMEQAM: TALÎMAT JI PDK’Ê HAT
Konvoyek ku bi hezaran kes tevlî bûn, ji bo tevlîbûna meşa Hewlêrê ya ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danê nîvro ji wargehê derket rê. Lê di derketina bajarokê Mexmûrê de asayîşa PDK’ê konvoy sekinand. Li ser vê Rêveberiya Wargeha Ş. Rustem Cûdî bi rêya telefonê bi Qeymeqamê Mexmûrê re axivî. Hevşaredarê Wargeha Rustem Cûdî têkîldarî hevdîtinê agahî da RojNewsê, ragihand ku qeymeqam gotiye talîmat ji jor (PDK’ê) hatiye û ji ber vê ne gengaz e ku wan berdin.
ÇEK Û COP BIKAR ANÎN
Girseya ku demekê li nuqteya asayîşê ma, bi meşekê di nav bajarokê Mexmûrê de berê xwe dan avahiya qeymeqamtiyê. Girseya dihat payîn piştî daxuyaniyê bidin belav bibin, beriya bigihêje avahiya qeymeqamtiyê cara duyemîn rastî astengiya asayîşa PDK’ê hat. Hêzên asayîşê li vir gule li hewayê reşandin û bi copan êrîşî girseyê kirin.
Tevî astengiyên asayîşê jî pêşendanan barîqat derbas kirin û gihiştin avahiya qeymeqamtiyê. Li vir li ser navê girseyê heyetek bi qeymeqamê Mexmûrê re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê, girseyê bi daxuyaniyek şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê dawî li çalakiya xwe anî.