Li Amedê polîsan zarokek birîndar kirin

Polîsên Tirk li Amedê êrîşî girseya ku komploya 15’ê Sibatê şermezar dikir kir û zarokekî 10 salî yê bi guleya polîsan birîndar bû.

Polîsên Tirk li qada Batikent a  Amedê  êrîşî girseya ku komploya 15’ê Sibatê şermezar dikir kir û zarokek birîndar bû.

Li navçeya Rezan a Amedê piştî protestoya 15'ê Sibatê ya li Qada Batikentê, girseyê dest bi meşê kir. Bi meşê re polîsan êrîşî girseyê kir, di vê êrîşê de zarokek birîndar bû. Zaroka 10 salî Ceyda Çakmak di şaneşîna mala xwe ya li Taxa 5 Nîsanê bi guleya polîsan birîndar bû. Çakmak a ku di şaneşînê de Qur'an dixwend bi guleya polîsan ji ser çavê xwe birîndar bû û wê rakirin Nexweşxaneya Taybet a Rezan.