Ji Komeleya Alîkariyê ya Rojava kampanya alîkariyê ji bo malbatên Sûrê

Xebatên alîkariya malbatên ku ji ber qedexeya derketina derve û dorpêça Sûrê neçar mabûn malên xwe terk bikin, bê navber berdewam dikin.

Xebatên alîkariya malbatên ku ji ber qedexeya derketina derve û dorpêça Sûrê neçar mabûn malên xwe terk bikin, bê navber berdewam dikin. 

Malbatên piştî qedexeya li ser taxên wekî Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz ên neçar man malên xwe biterikînin, hewcedariya wan bi alîkariyê hebû. Ji ber vê hewcedariyê Komeleya Alîkariyê ya Rojava, bi tevkariya Şaredariya Bajarê Amedê û Şaredariyên Navçeyan dest bi kampanyayên alîkariya gelê Sûrê kir. 

Yek ji xebatkarên ku cihê xwe di van xebatên de digire Fatma Gulçîçek Ari ye. Ari da xuyakirin ku wan heta niha alîkariya derdora hezar malbatî kiriye û alavên wekî betanî, xurek, livîn, şîrê zarokan û hewcedariya wiha yên lezgîn dane malbatên mexdûr. 

Gulçîçek Ari diyar kir, ku ew xwe digihînin malbatên neçar bûne ji cihê xwe koç bibin, li hin taxên din bicih bibin û hewcedariyên wan tesbît dikin. Ari got, "Piştî vê yekê jî di çarçoveya kampanyayên alîkariyê de hewl didin ku bibin bersiv ji bo hemû hewcedariyên lezgîn ên xelkê Sûrê ku neçar mane malên xwe biterkînin."

Xebatkareke din a ku cihê xwe di nava xebatên alîkariyê de digire Rojda Zaman bal kişand ser derûniya van malbatan û zarokên wan piştî ku neçar mane malên xwe terk bikin û got: "Di dema serdanên me yên ji bo van malbatan de ew tînin ziman ku derûniya wan gelekî nebaşe. Bi taybetî piştî ku li navçeyê her roj dengê çekan û teqînan bilind dibû, her roj kuştin û birîndarkirin, xelşk ji karê û malê xwe man û dûrketin û jiyana mirovan bi carekê hatiye rawestandin. Ev zehmetî êdî ji bo hemû xelkên Sûrê gihaye radeyekê ku nema tê tehmûlkirin. Di hin serdanên me yê ji van malbatan re û dema ku behsa rewşa xwe dikirin ji ricfa dengê wan jî xuya bû ku vî şerî bandoreke çawa li ser wan kiriye. Piraniya wan digotin êdî em nizanin çi bêjin û em nikarin hestên xwe bînin ziman, moralê wan her ne baş bû, her wiha bi taybetî kesên li ba malbatên xizmên xwe dijîn bi ser van probleman de jî nerihetiya xwe ya ji ber ku li ser xizmên xwe bûne bar jî dianîn ziman."

Xebatkaran anî ziman ku ev xebat bi hevkariya şaredariyên Amedê û saziyên sivîl bi rengekî bi kordîne wê berdewam bikin û bibin bersiv ji hewcedariyên van malbatan re. 

...