Dalmiş û Karadûman li Silopiyayê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Cenazeyê Ferhat Karadûman û Nûrsel Dalmiş ên ku di êrîşên terora dewleta Tirk ên li Cizîrê de hatin înfazkirin, li Silopiyayê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê Ferhat Karadûman û Nûrsel Dalmiş ên ku di êrîşên terora dewleta Tirk ên li navçeya Cizîr a Şirnexê de hatin înfazkirin, di saetên danê nîvroyê de ji aliyê malbatê ji Saziya Tiba Edlî a demkî ya li Deriyê Sînorê Xabûr hatî avakirin girtin. Cenazeyên ku ji ATK’yê hatin girtin piştî wecibeyên olî yên li Mizgefta Meke ya Silopiyayê, cenazeyê Karadûman şandin gundê Xezneyê û cenazeyê Dalmiş jî şandin şehîdgaha Taxa Yenîşehîrê. Cenazeyê Karadûman ê bi tîlîliyan birin mizgefta gundê Xezayî piştî nimêja cenazeyê bi tilîliyên sedan jinan bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat oxirkirin. Cenazeyê ku bi konvoyên wesayîtan birin goristana gund bi duayan hat defnkirin.

Piştî defnkirinê ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Girse piştre ber bi mala Karadûman ê ku konê sersaxiyê danîn ve ketin rê. Cenazeyê Dalmiş jî bi beşdariya parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlû ji aliyê bi hezaran kesan ve anîn mizgefta Taxa Yenîmahalleyê. Beriya defnkirinê, wesayîtên TOMA û akrep û tîmên taybet ên Tirk derdora mizgeftê dorpêç kirin û bi çekan ketin hundirê mizgeftê. Di dema defnkirinê de polîsên Tirk girse bi çekan tacîz kirin û pêşiya gotina dirûşman girtin. Piştî aloziya demkurtî ya di navbera girse û polîsan derket, bi meşê cenaze li şehîdgeha Yenîmahaleyê hat defnkirin.

Piştî defnkirina cenaze rêz hat girtin. Di merasîma cenazeyê de endama PM'yê ya HDP Leyla Guven diyar kir ku AKP şerê ku li Kurdistanê da destpêkirin winda kir, gelê Kurd bi ser ket û gel berxwedana gelê Kurdistanê daxivin. 

Bi berzkirina dirûşmeyên "Şehid namirin" re polîsên taybet hatin ser gorê û çekên xwe ber bi girseyê ve hêl kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu li ser vê rewşê bertek nîşan da. Tîmên taybet vê carê, li Onlu jî çek hêl kirin û bi ser wî de çûn. Piştî gengeşiyê merasîma cenaze bi dawî bû. 
Ji bo Dalmiş wê 3 rojan cihê şînê vekirîbe.