Erbek bi payîzokan ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Mûharrem Erbek (23) ê li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de ji aliyê hêzên dewletê hat înfazkirin, li Goristana Nalaro ya li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Mûharrem Erbek (23) ê li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de ji aliyê hêzên dewletê hat înfazkirin, li Goristana Nalaro ya li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Mûharrem Erbek (23) ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de ji aliyê hêzên dewletê hat înfazkirin, piştî karên otopsiyê yên li Silopiyayê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û li Goristana Nalaro ya li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Tevî MEYA-DER, HDP, DBP û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk bi sedan kes tevlî meşa merasîma cenazeyê bûn, dirûşmeyên, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Dema karwanê cenaze gihişt goristanê, dayik û xwişkên Erbek stranên ‘payîzok’ ên aîdî herêma Botanê gotin, Mûrat Ekîncî yê xwarziyê Erbek ê rojên bihurî li Cizîrê hat qetilkirin û li Goristana Nalaro hat defnkirin jî kevirê gorê hembêz kir bi gotina, “Mûrat rabe xalê te hat, êdî emanetî te yî” kêliyên hestiyar hatin avakirin.
Li goristanê bi sirûda “Ey Reqîb” rêz hat girtin, piştre Nûnerê Botanê yê MEYA-DER Mele Kasim Yîgît axivî, got Botan şehîdê xwe yê 277’emîn oxir dike, anî ziman ku bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Yîgît da xuyakirin ku Cizîr ji bo tevahî Botan û Kurdistanê bi tîpên zêrîn destanek berxwedanê li dîrokê neqş dike, wiha dewam kir: “Dema ev destan dihat nivîsîn hevalê Mûharrem tevlî karwanê şehîdan bû. Ey Şehîd! Em deyndarên we ne. Heqê xwe li me helal bike.”
Piştre Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk mafê axaftinê wergirt, îfade kir ku li beranberî tevahî şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewîne, wiha dom kir: “Gelê Botanê bi mehan e bi jin, zarok, ciwan, kalên xwe ve li hember wehşetê bedenên xwe dikin mertal, berxwedana rûmetê didin. Berdêla vê berxwedana bi rûmet jî wê teqez serketinek mezin be. Divê dewleta dagirker baş bizane ku, berdêlê wê çi dibe bila bibe em ê ji mafê xwe yê xwerêveberiyê venegerin û em ê biparêzin.”
Piştre dayika Erbek Ayşe Erbek jî wiha axivî: “Ji bo hûn hatine vir, ji bo we em bi tenê nehiştin em sipasiyên xwe dikin. Mûharrem ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Bila serê Kurdistanê sax be.”
Piştî axaftinan Erbek li cem şehîdên din ên xwerêveberiyê hat defnkirin. Her wiha hat diyarkirin ku xizmên Erbek, Mahsûm Erdogan û Sabrî Sezgîn jî di heman jêrzemînên wehşetê de hatine qetilkirin û hê ti agahî ji cenazeyên wan nehatine girtin.