Rewşa dawî ya Hezexê

Topbarana hêzên dewleta Tirk li hemberî taxên Hezexê didome. Navçe ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Îro jî 4 hezar polîs û leşker tevî bi dehan maşînên zirxî ber bi navçeyê ve hatin veguhastin.

Piştî ku Walîtiya Tirk a li Şirnexê duh da xuyakirin ku ji duh bi şev saet 23:00 û pê ve derketina derve lê 'qedexe' ye, li hemberî taxa Tûrgût Ozal topbaranê destpê kir. Topbaranê heta ber destê sibehê dewam kir. Îro saet di 11:00 de vê carê bi topan taxa Yenî Mahalle hat bombekirin. Danê nîvro trafoyên bingehîn ên navçeyê, ku li ser rêya Adîle Naşît a li taxa Tûrgût Ozal e, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin teqandin û eletkrîka li ser navçeyê hat birîn.

Tevî êrîşa bi topan, di heman demê de dewleta Tirk hejmareke zêde leşker, polîs û tank-topên xwe li navçeyê dicivîne. Heta niha 4 hezar tîmên tevgera taybet ên jenderme û polîsan anîn navçeyê. her wiha 50 tank, gelek maşînên zirxî, qemyon, kepçe û maşînên bi tîpa kîrpî yên zirxî li nava navçeyê hatin bicihkirin. Li gundê Xirabe Şeref ê 2 kîlometre dûrî navçeyê ye, ku li vir jî derketina derve hatiye qedexekirin, danê sibehê gelek leşker hatin bicihkirin. Leşkerên li gund hatin bicihkirin, li nava malan digerin. Dibistana li gund, ji ber îhtimala leşker lê bi cih bibin, bi teqemeniyê berî çend rojan hatibû teqandin.

Parlamenterê berê yê HDP'e yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî ji vî gundî ye. Piştî ragihandina 'qedexeyê' Kaplan bi rêya twîtterê nerazîbûn nîşanî qedexeyê da.