Li Gaziyê operasyon didomin: Polîsên Tirk ji taxan diqewitînin
Li Gaziyê, protestoyên li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê tên meşandin, didomin. Polîsên Tirk êrîşî gel kirin, li ser vê jî ciwanan bi xweparastinê bersiv dan.
Li Gaziyê, protestoyên li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê tên meşandin, didomin. Polîsên Tirk êrîşî gel kirin, li ser vê jî ciwanan bi xweparastinê bersiv dan.
Li Taxa Gazî ya girêdayî navçeya Sûltangaziyê ya Stenbolê, protestoyên li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê didominin. Ji 14’ê Sibatê û vir ve li hember dorpêçkirina hêzên dewleta Tirk a li ser Mala Cem, berxwedana gel didome. Polîsên Tirk êrîşî girseya berxwedêr kirin û bi wesayîtên TOMA û akrep bendên ku ciwanan danîn hilweşandin, li ser vê jî ciwan li hember êrîşa polîsên Tirk bi guleyên hewayî û keviran ketin xweparastinê. Jinên ku li hember dorpêça Mala Cemê bertek nîşan dan jî, bi kulman û keviran wesayîtên TOMA ji taxan derxistin.
GEL LI RAWESTGEHA BERÊ YA QEREQOLÊ KOM BÛ
Li ser banga saziyên Elewiyan ji bo protestokirina dorpêça li ser Mala Cem a li Gaziyê, Pîr û Kalên Elewî û Parlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî di nav de bi hezaran kes li rawestgaha berê ya qereqolê kom bûn. Bi hezaran kes bi yek dengî dirûşmên “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Gelê me dakevin qadan û ji hikûmetê hesab bipirsin” ber bi Mala Cemê ve ketin meşê. Polîsên Tirk dîsa êrîşî girseyê kirin.
Kombûna gelê Gaziyê ya li rawestgeha berê ya qereqolê zêde dibe.