Li Cizîrê 11 cenaze hat dîtin

Li Taxa Cûdî ya Cizîrê 11 cenaze hatin dîtin.

Li Kolana Narîn a Taxa Cûdî ya girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê di encama lêgerîna polîsan de 11 cenazeyên din hatin dîtin. Li Taxên ku danê sibehê 2 cenazeyên din hatibûn dîtin, di nav rojê de gihiştin 11 cenazeyên din jî.

Cenaze bi ambûlansên Şaredariya Cizîrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.

Hejmara kesên di êrîşên li ser jêrzemînên wehşetê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 158’an.  Di êrîşên du mehan ên qirkirinê de hejmaran kesên hatine qetilkirin jî bû 242.