Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ji bo Sûrê banga çalakiyan kir
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bal kişand ser rîska qetlîama li ser Sûrê, banga çalakiyan li ciwanan kir.
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bal kişand ser rîska qetlîama li ser Sûrê, banga çalakiyan li ciwanan kir.
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî daxuyaniyek nivîskî weşand, bal kişand ku AKP’e tevî pitik, zarok û jinan bi sedan sivîl qetil kiriye, wiha got: “Xwerêveberiyên gelê Kurdistanê ji bo jiyanek demokratîk û azad îlankirî bi temamî bi polîtîkayên qetlîamê re rû bi rû hatine hiştin.”
Hat diyarkirin ku dewleta AKP-TC û leşkerên bi pere li Cizîrê serî li qetlîaman didin, li ser cenazeyan jî êşkenceyan dikin, hat destnîşankirin ku bêdengiya qada navneteweyî de pêşî li qetlîaman vedike.
‘DIVÊ POZÊ MIROVEKÎ JÎ XWÎN NEBE’
Di daxuyaniyê de hişyarî hat kirin ku AKP’e vê carê jî wek qetlîama li Cizîrê li Sûrê li pey qetlîamek mezin e, wiha dom kir: “Li Sûrê bi top û hewanan êrîşî welatiyên sivîl ên xwe di jêrzemînê de veşartîne dikin. Ji bo tolgirtina qetlîama Cizîrê û pêşîgirtina plana qetlîama li Sûrê, em banga çalakiyan li tevahî ciwanan dikin. Qatil li holê ne, em hesab bipirsin. Em ê dinê li wan bikin zîndan û ji bo pozê mirovekî li Sûrê jî xwîn nebe çi ji destên me tê em ê bikin.”
‘ŞEV-ROJ LI HER DERÊ ÇALAKÎ’
Însiyatîfê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Tevahî ciwanên Apoyî, ji bo pêşîgirtina qetlîamek duyemîn dive tevahî qadên lê ne veguherînin qadên serhildanê. Pêşîgirtina qetlîama li Sûrê tenê bi serhildanan dikare pêk were. Em banga serhildanên bêdem, bêdorveger li ciwanên Apoyî dikin. Her kesên ku ji xwe re dibêjin, ‘welatparêz im’, ‘çepgir im’, ‘demokrat im’ divê ji van qetlîaman re bibêjin ‘raweste’. Roj roja berxwedanê ye. Em hesabên qetlîaman ji qatilan bipirsin.
Em her qadên lê ne şev-roj veguherînin qadên çalakiyê. Dewleta AKP-TC û her kesên ku xulamtiyê ji wan re dikin wê hesabên van qetlîaman bidin.”