BI DÎMEN

Li Parîsê çalakiya edalet û ronîkirinê

Li Parîsê ji bo Caniz, Dogan û Şaylemez daxwaza edaletê hat kirin.

Li Parîsê ji bo Caniz, Dogan û Şaylemez daxwaza edaletê hat kirin.

Ji bo daxwaza ronîkirina qetilkirina yek ji damezîrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin weke her Çarşem, îro jî çalakiya edalet û ronîkirinê hat lidarxistin.

Çalakiya ku her hefteyê di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd de pêk tê, vê hefteyê jî FEDA’yê organîze kir. Çalakiya ku li Qada Rebûplîqûeyê hat lidarxistin, Tamîliyan jî piştgirî kir. Daxwaza edalet û ronîkirinê ji edaleta Fransa, ji bo qetlîama li Parîs û cinayetên polîtîk hat kirin.

Hevseroka Komaleya Pîr Sûltan Ebdal a Parîsê Husniye Kuçukkeleş wiha got: “Di kesayeta yek ji damezîrênera PKK’ê Sakîne Cansiz de Leyla û Fîdan sê jenerasyon kirin hedef û qetil kirin. Em daxwaz dikin edaletê ji meqamên Fransa dikin ku hêzên li pişt vê qetlîamê ronî bikin.

Di çalakiyê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê jî hat silavkirin û bi dirûşmên “Kujer Erdogan, “Ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya polîtîk” û “Dewleta kujer ji Kurdistanê biceheme” dawî li çalakiyê hat.

...