KCD-E, TJK-E, CDK-F, NAV-DEM, Civaka Demokratrîk a Kurd li Swîsreyê, Civaka Demokratîk a Kurd li Hollandayê, Civaka Demokratîk a Kurd li Belçîkayê, FEDA, FKÊ û CÎK'ê daxuyaniyeke hevpar weşandin û li dijî komkujiyên AKP dike, banga lidarxistin çalakiyan kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Zêdeyî 6 meh in berxwedana li Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan dimeşîne, bênavber dewam dikin."
Daxuyaniya hevpar bi vî rengî dewam kir:
"Bi qasî berxwedanê, polîtîkaya qirkirinê jî di heman giranî û astê de didome. Bajarên me, dîroka me, welatê me gelê me bi temamî ji aliyê dewleta Tirk a barbar ve tê şewitandin, xerakirin. Li hemberî vê qirkirinê gelê me û dostên me bi awayekî awarte li ber xwe didin, bi biryardarî û cesareteke mezin, li ber dewleta Tirk nagerin, li ber dewleta Tirk nayên ser çokan û bi lehengî şer dikin. Li hemberî qirkirina tê kirin, jinên Kurd bi mezinahî û bi lehengî li ber xwe didin. Dewleta Tirk a qirkirin û mêtînger ewçend bêesîl bûye, qetilkirina jinên Kurd bi rêbazên wehşî jî têrê nake, radibe bedenên wan tazî dike, li nava kolanan, li meydanan û li pêş çavên her kesî teşhîr dike. Ev êrîşên li dijî nasnameya jinên azad duh di şexsê Ekîn Wan de şênber bûbû, îro jî li Cizîrê veguheriye êrîşeke faşîzan a li hemberî jinên Kurd tê bikaranîn. Li Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Şirnexê bi sedan jin, zarok, mêr ên sivîl bi xwînxwarî tên qetilkirin. Wehşet bi awayekî bêsînor didome."
'EWROPA BI BÊDENGIYA XWE RE KOMKUJÎ ERÊ KIRIYE'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şerê topyekûn ê dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dimeşîne û hat gotin, "Ev şer veguheriye pêvajoyeke qirkirinê. Li Cizîrê mirov hem li nava malan û kolanan hatin qetilkirin, hem jî yên mayî bi zorê hatin koçberkirin. Di vê dema komkujiyê de, ji bo sekinandina vê wehşetê, bang li hemû mekanîzmayên navneteweyî hatiye kirin. Di taybetî di pêvajoya jêrzemînên wehşetê de ku heta niha 155 cenaze hatine derxistin, serî li mekanîzmayên Yekîtiya Ewropayê (YE) hatiye dayîn. Gelek caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn û ji bo birîndarên li jêrzemînên wehşetê asê mane korîdoreke însanî bê vekirin û li gorî pîvanên Ewropayê ku qedexeya derketina derve li dij e, biryar tedbîrê bigire, lê belê her carê DMME ev daxwaz red kiriye. Hêzên dewleta Tirk ên cesaret ji vê nêzîkatiya DMME girtin, sînor nas nekirin û wehşeta xwe di asta herî bilind de dewam kirin. Li her sê jêrzemînan mirov bi xwînxwarî hatin qetilkirin, hatine parçekirin û cesedên jinan li naverastê hatint teşhîrkirin. DMME di asta herî nizm de jî xwedî li nirxên xwe derneketiye. Tevî ku Tirkiye welatekî bernamzetê Yekîtiya Ewropayê ye, Yekîtiya Ewropa li pêşberî qirkirina li Kurdistanê tê kirin, bêdeng maye. Tevî ku dewleta Tirk mora xwe daniey binê gelek peymanan û endamê Konseya Ewropayê ye, Konseya Ewropa li pêşberî binpêkirina mafên mirovan bêdeng maye. Bi vê bêdengiya xwe re ev komkujî û qirkirin erê kiriye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji bo şermerzarkirina vê helwesta Yekîtiya Ewropa û DMME, ji bo ev sazî helwesta xwe ya li pêşberî êrîşên qirkirinê yên AKP'ê ji nû ve binirxînin û biryarên pêwîst di vê der barê de bigirin, sazî û dostên Kurd ên li Ewropayê, hin rêze çalakiyan lidar dixin.
TECRÎD
Di dewama daxuyaniya saziyên Kurd ên li Ewropayê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Li pêşberî vê pêkanîna faşîzan, serlêdanên li CPT hatine kirin, bê encam mane. Yekîtiya Ewropa bi hemû saziyên xwe re çavên xwe li wehşeta li Kurdistanê digirin."
DI 22'Ê SIBATÊ DE LI BER DMME ÇALAKÎ TÊ LIDARXISTIN
Saziyan diyar kirin, di 22'ê Sibatê roja Duşemê de ew ê li ber avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) çalakiya rûniştinê pêk bînin û gotin, "Em careke din bang li welatên Yekîtiya Ewropayê dikin ji bo xwedî li nirxên xwe yên dîrokî derkevin, sûcên şer ên li Kurdistanê tên kirin erê nekin û helwestê nîşan bidin. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê, xwe jin, ciwan û dostên xwe dikin ku tevlî vê çalakiya me ya rûniştinê bibin."