BI DÎMEN

Gerîlayên li Şengalê perwerde bi dawî kirin nasnameyên xwe girtin

Gerîlayên HPG, YJA Star û MLKP’ê yên li Şengalê perwerde didîtin nasnameyên xwe girtin.

Li Şengalê Dewreya Perwerdê ya Leşkerî û Îdeolojîk a Şehîd Mehmet Goyî ya ev du meh in dewam dike bi dawî bû.

Gerîlayên bi merasîmek leşkerî ya li navenda bajarê Şengalê dewre bi dawî kirin, nasnameyên xwe girtin û çûn cihê wezîfeyê.
Ji bilî perwerdeyên îdeolojîk, gerîlayan perwerdeyên çekên giran û li ser şerê bajar jî dîtin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku ji ber pêvajoya her çar parçeyê Kurdistanê perwerde pêdiviyek esasî ye, diyar kirin ku bi hatina biharê ve bidawîkirina perwerdeyê erênî ye; gotin ku ji bo xebatên siyasî û leşkerî amade ne; her wiha dan xuyakirin ku amade ne ji tevahî hêzên êş dane gel hesab bipirsin.

...