Li Silûkê 6, li Serêkaniyê çeteyek hatin kuştin

Li rojhilatê bajarokê Silûkê di şerê navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de 6 çete hatin kuştin. Li gundê Aliya yê Serêkaniyê jî çeteyek hat kuştin.

Komek ji 6 çeteyan danê vê sibehê saet di 04:00 de êrîşî çeperên şervanên YPG/YPJ ên li rojhilatê bajarokê Silûkê yê 20 kîlometre dûrî Girê Spî ye, kir. Şervanên YPG/YPJ'ê di cih de bersiv dan êrîşê û şerê li vir qewimî heta danê nîvro dewam kir. Di şer de her 6 çete hatin kuştin.

Îro saet di 11:00 de jî çeteyekî DAIŞ'ê, bi wesayîteke bombebarkirî hewl da êrîşî bargeha şervanên YPG/YPJ a li gundê Aliya yê 40 kîlometre li rojavayê Serêkaniyê ye.

Şervanên zû bi êrîşê hesiyan, maşîna bombebarkirî ji dûr ve teqandin.

Şervanên YPG/YPJ'ê li herêmê dest bi operasyonê kirin.