Li Efrînê ciwanên ku gundên wan hatin rizgarkirin Tabûra xwe ava kirin

Ciwanên gundên Zaretê û Xirêbikê, Tabûra bi navê Şehîd Berxwedan îlan kirin.

Li gundên Çetel Zaretê û Xirêbikê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ku di 4’ê Sibatê de ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatine rizgarkirin, Îro tabûra ciwanên Kurd û Ereb ên ji her du gundan bi merasîmekê hat avakirin. Di tabûrê de, 18 ciwanên Kurd û Ereb beşdar bûn. Di merasîmê de, bi şêniyên her du gundan û malbatên ciwanan beşdar bûn.

Merasîma îlankirina tabûrê, ji aliyê ciwanan ve hat destpêkirin. Piştre jî Fermandarê tabûrê Sîdar Zerdeşt axivî û giringiya parastina her du gundan, li dijî çeteyan anî ziman.

Zerdeşt, avakirina tabûrê li ciwanan û şêniyên her du gundan pîroz kir û got ku erka van ciwanan ew e ku gundê xwe biparêzin.

Di dawiya merasîmê de, jî govend hat gerandin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG/YPJ’ê hatin berzkirin.