Erdemîr û Gulmez bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan

Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Radyoya Ozgur Gun Ahmet Gulmez ên li Mêrdînê beriya 3 rojan hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Radyoya Ozgur Gun Ahmet Gulmez ên beriya 3 rojan dema ji Amedê dihatin Mêrdînê ji aliyê polîsan li nuqteya kontrolên hatin binçavkirin, pîştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Hakimtiya Lêpirsînê ya Mêrdînê hatin kirin.

Erdemîr û Gulmez ên bi îdîayên “li ser navê rêxistinê xebat meşandiye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” îfade dan, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Rojnamevan wê her hefte du rojan îmzeyê bidin.