Li Şêxmeqsûdê 16 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, roja 16'ê Sibatê çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, roja 16'ê Sibatê çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, komên çete El Nûsra û Ehrar el Şam êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên YPG/YPJ'ê di cih de bersiv dan êrîşê û di şerê li vir de 1 jê serçeteyê El Nûsra 16 çete hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Sibeha 16'ê Sibatê, çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam, êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Hêzên me di cih de bersiv dan êrîşên komên çete û êrîş sekinandin. Di şerê dijwar ê li vê derê de maşîneke doçka li ser hat rûxandin. Di encama şer de yek jê emîrê El Nûsra 16 çete hatin kuştin.
2 ŞERVAN ŞEHÎD KETIN
2 hevalên me yên di şikandina êrîşa çeteyan de bi roleke girîng rabûn, şehîd ketin."