Bayik: Gerîla wê êdî li her deverê çalak be, hesabê komkujiyên li Kurdistanê wê bê pirsîn

Bayik têkildarî çalakiya duh êvarê ya li Enqereyê li hemberî wesayîtên leşkerî hatin kirin got, "Em nizanin bê kê ev pêk aniye. Lê belê dibe ku li hemberî komkujiyên li Kurdistanê çalakiyeke bersivdayînê be."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku hesabê komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê bi taybetî li Cizîrê kiriye wê were pirsîn û destnîşan kir, gerîla wê di dema pêş de li çiyê, li bajaran, li her derê bêhtir çalak be.

Cemîl Bayik mijarên di rojevê de ji ANF'ê re nirxand.

'TI KES NIKARE ÎDÎA BIKE KU ME ŞER DAYE DESTPÊKIRIN'

Bayik redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, tecrîda li ser Ocalan, tinehesibandina hilbijartinên 7'ê Hezîranê, komkujiyên li Pirsûs, Enqere, êrîşên hewayî û hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibîr xist û got, "Bi kurtasî kes nikare îdîa bike ku şer ji aliyê me ve hatiye destpêkirin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Me bi tenê bersiv dane êrîşan. Me sebir kirine, lê belê di asta dawî ya sebrê de şerekî topyekûn li hemberî me hatiye destpêkirin. Li hemberî vî şerê topyekûn diviyabû me çi bikira, gelo diviyabû me serê xwe dirêj bikira ber? Ji xwe hilbijartinên 7'ê Hezîranê bêwate kirin, şerekî topyekûn dan destpêkirin."

'DI DEMA PÊŞ DE WÊ GERÎLA LI BAJARAN JÎ ÇALAK BE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku wê hesabê hemû êrîş û komkujiyên heta niha li hemberî gel hatine kirin bê pirsîn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gerîla heta niha gelekî kêm ket dewrê. Bi biharê re wê bi awayekî aktîf bikeve dewrê. Pêwîstî bi gotina vê jî nîne. Ji ber ku mercên zivistanê di asteke bilind de qada tevgerê ya gerîla bi sînor dike. Li aliyê din, gerîla bi dehan salan e li derveyî mehên zivistanê şer meşandiye. Rêbazeke bi vî rengî ya şer derxistiye holê. Ji niha û pê ve gerîla wê biharê, havînê, payîzê û zivistanê jî çalakiyan pêk bîne. Êdî têkoşîn gihaştiye vê astê. Di têkoşîna gerîla de jî wê rêbaz bê guhertin. Wê xwe amade û birêxistin bike ku di mehên zivistanê de jî çalakiyên herî bi bandor bikin. Di dema pêş de, li bajaran jî wê gerîla dest bi têkoşîneke çalak bikin.

SEDEMÊN BEXWEDANÊ...

Bêguman wê hesabê van komkujiyan were pirsîn. Gelê Kurd xwe gihandiye rastiya gelekî şer dike. Ne tenê gerîla, gel bi xwe jî di nava têkoşînê de ye. Jin, ciwan di nava têkoşînê de ne. Êdî nepênake dewleta Tirk bêje ez ê bieciqînim, Kurdan bi temamî ji holê rakim, tine bikim, berxwedana Kurdan têk bibim. Divê her kes bi vê zanibe. Hemû parçeyên Kurdistanê rabûne ser piyan. Kurd li her derê li ser piyan e. Êdî şensê ti dewleteke mêtînger nemaye ku kurdan di nava sînorên xwe de bieciqîne. Ne Tirkiye, ne Îran, Ne Sûriye, ne jî Iraq. Hişmendî, daxwaza azadî û têkoşînê ya yekbûyî ya Kurdan li hemû parçeyan derketiye holê. Ji xwe Tevgera Azadiyê ya Kurd, ciwanên Kurd, jinên Kurd, gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya li her derê re vê radixe pêş çavan. Lewma hemû êrîş, zext û zilmên dewleta Tirk dike wê bibin sedema berxwedanê. Bila ti kes ne li bendê be gelê Kurd bimelise û bêdeng bimîne. Komkujiya li Cizîrê sedema berxwedanê ye; şewitandin û xerakirina Sûrê sedema berxwedanê ye. Qetilkirina jinan, tazîkirina bedena wan û teşhîrkirin wan sedema berxwedanê ye. Şewitandina şehîdan sedema berxwedanê ye. Heqareta li cesedan sedema berxwedanê ye. Şewitandin û xerakirina goristanan sedema berxwedanê ye. Lewma gelê Kurd ji berê bêhtir wê gelê Kurd li ber xwe bide. Niha hemû gerîlayên di nava tevgera me de fedaî ne. Niha her kes ji bo pêkanîna çalakiya fedaî serlêdanê dike. Ewqasî bi hêrs in, her kes dixwaze xwe mîna bombeya atomê di nava hêzên êrîşkar ên AKP'ê de biteqînin. Hêza lêdanê ya gerîla bi vê fedaîtiyê re deh qat, sed qat zêde bûye."

'BERXWEDAN WÊ LI HER DERÊ BE'

Bayik da zanîn ku bi vê hêza xwe re ew ê têkoşîn li her derê belav bikin û got, "Berxwedan wê li çiyê be, li bajaran be, li metropolan be. Li her derê wê bersiv li hemberî hikûmeta AKP'ê, li hemberî hezên êrîşê yên dewleta Tirk were dayîn. Gerîla ji vê re amade ye. Jin û ciwanên Kurd ji vê re amade ne. Gelê Kurd ji vê re amade ye. Ew dema 'min êrîş kir, lê da, kuşt, bêdeng kir' êdî qediya. Ji bo Kurdan ew dem êdî nîne. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Kî difikire ku dikare Kurdan bieciqîne, Kurdan bêdeng bike, ew di nava şaşîtiyeke dîrokî de ye. Ev yek polîtîkaya qedandina xwe bi xwe ye. Dewleta Tirk bi vê dijminatiya li Kurdan dike re biryara qedandina xwe bi xwe daye."

STRATEJIYA DEMA NÛ

Li ser stratejiya dema nû ya tevgera azadiyê ya Kurd Cemîl Bayik ev nirxandin kir: "Stratejiya dema nû wê berxwedana topyekûn be. Li her derê wê berxwedan bê belavkirin û xurtkirin. Ti kes wê nikaribe berxwedana Kurdan bieciqîne. Eger li derekê eciqand wê li 10 cihên cuda rastî berxwedanê bê. Ev polîtîka wê desthilatdariya AKP'ê biqedîne. Eger pêşî li van polîtîkayên AKP'ê neyê girtin, eger hêzên ji Tirkiyeyê berpirsyar pêşî li vê polîtîkayê negire, eger hêzên demokrasiyê bi rastî tênekoin û projeyeke rast a siyasî destnîşan nekin, wê Tirkiye winda bike."

Bayik da xuyakirin, ku têkoşîna wan ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo jiyaneke azad û demokratîk a tevahiya Tirkiyeyê ye û got, "Ev têkoşîn wê tevî hêzên demokratîk û şoreşger ên Tirkiyeyê heta demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bidome. Duh jî stratejiya me ev bû, sibe jî wê ev be."

'DIBE KU ÇALAKIYA LI ENQEREYÊ BERSIVDAYÎN BE'

Bayik li ser çalakiya duh a li hemberî navenda mîlîtarîzmê ya li Enqereyê jî got, "Dibe ku li dijî komkujiyên wehşî û derveyî mirovahiyê yên li hemberî gelê me, çalakiyeke bersivdayînê be. Em nizanin bê kê ev çalakî pêk aniye. Lê belê em dizanin beriya niha li hemberî komkujiyên li Kurdistanê dihatin kirin, çalakiyên bi vî rengî yên nerazîbûnê ji aliyê hin derdoran ve dihat kirin. Herhal ên ev çalakî pêk anîne wê eşkere bikin, bê çima pêk anîne. Lê belê ev eşkere ye; di rewşeke ku li hemberî Kurdan şerekî ewçend zalimane tê meşandin de, pêkhatina çalakiyên bi vî rengî yên nerazîbûn û bersivdayînê, tê fêmkirin. Dewleteke ku li Cizîrê, ciwanan, sivîlan qetil dike, mafê xwe nîne ku bêje çima ev çalakî tên kirin. Encamên vê çalakiyê ji sedî yek ê encamên komkujiyên li Kurdistanê nîne."