Di dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn: Herî kêm 8 leşker mirin

Li ser rêya bejahî ya Amed-Çewlikê, di dema derbasbûna konvoyeke maşînên leşkerî de teqînekê rû da.

Li ser rêya bejahî ya Amed-Çewlikê, di dema derbasbûna konvoyeke maşînên leşkerî de teqînekê rû da.

Li nêzî taxa Alîbardak a navçeya Sûrê, ku li kîlometreya 45. a rêya bejahî ya navbera Amed-Çewlikê de ye, saet di 09:40 de di dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê heta niha 8 leşker mirine, gelek leşker jî birîndar bûne. Gelek ambûlans û ekîbên arkujiyê şandin cihê teqînê.